Beşa Kurdî li Inalco’yê

Li Fransayê, xwendina lîsansê sê sal in. Li Inalco’yê ji bo ku mirov beşa kurdî biqedîne û bibe xwediyê dîplomeyê divê van sê salan bixwîne. Navê dîplomeya lîsansê “LLCER Kurde” e  (Bi fransî : Langues Littératures et Civilisations Étrangères et Régionales), yanî Lîsansa Ziman û Şaristaniyên Biyanî û Heremî. 

52347486_1984843035154504_1446977608758591488_o.jpg

Li  zanîngeha Inalco’yê, hejmara xwendekaran derdora 30yan e. Em ê li vir behsa dersan bikin, bê ka li Inalco’yê em çi dersan dixwînin, naveroka dersên me çi ne. 

Di pola yekemîn a beşê de, 3 dersên kurmancî hene; rêziman, axavtin û nivîs; herweha 3 dersên soranî jî hene ku ew rêziman, axavtin û nivîs in. Herweha, dersên  dîrok û erdnigarîya Kurdistanê û dersa şaristaniya Kurdan jî di programa sala yekemîn de ne. Wekî hemî xwendekarên Inalco’yê, xwendekarên vê beşê jî dersên înglîzî û metodolojiyê distînin. Derseke bi navê “ouverture” jî heye, derseke mecbûrî ye ku derfetê dide xwendekaran da ku derseke ji nav beşên din yên zanîngehê ji xwe re hilbijêrin. 

Di pola duyemîn de,  herweha dersên rêzimanê, axavtin û nivîsê ji bo herdu zaravayên kurdî hene. Derseke girîng a vê salê jî dersa çapemeniya kurdî ye ku bi xêra vê dersê dîroka çapemeniya kurdî fêr dibin û di dawiya somestrê de her xwendekar li ser rojnameyekê an jî li ser kovarekê dixebite û xebata xwe pêşkeşê mamosteyê xwe dike. 

Di pola seyemîn de jî dersên wekî wergerê hene, ev ders jî derfetê dide ku xwendekar ji zimanê frensî an jî kurdî wergera tekstên cuda cuda bike. Herweha, dersên wêjeya soranî û kurmancî jî di somestra yekemîn a pola sêyemîn de dest pê dikin. Bi saya van dersan, em him wejeya klasîk him jî wejeya modern hîn dibin. Ev dibe sê sal in ku êdî dersa sînemaya kurdî jî heye ku êdî xwendekarên vê beşê dikarin bibînin bê sînema qadeke çawa polîtîk e, û bêtir sînemaya kurdî jî çawa ji xwe re rêyekê ava dike ji bo ku bêje ew jî heye. 

Lê helbet dersên me ne bi tenê ev in, wekî din divê xwendekar sê ders jî ji beşên cuda bistînin ku 30 krediyan temam bikin. Niha li zanîngeha me ji ber ku xwendekarên beşê kurdî kêm in li gorî beşên zimanên din, hemî dersên me têrî nakin ku em krediyên xwe tije bikin û ji ber vê ye ku sê ders jî em ji beşên cuda distînin. Heger rojekê xwendekarên beşê me zêde bibin, em ê bikaribin ji rêveberiya Inalco’yê daxwaza dersên zaravaya zazakî bikin û em ê neçin xwe li dersên ji beşên din qeyd nekin . 

Li Fransayê û li hemî deverên dinyayê ku mirov lîsansê tenê bixwîne, derfeta mirov zêde nîne  ku di siberojê de karekî bibîne. Herweha, ji ber vê ye ku, Inalco ji sala diduyan şûn de fersendê dide xwendekaran ku beşên wekî Tekîlîyên Navnetewî (Relations Internationales), an Bazirganiya Navnetewî (Commerce International), an jî Dîdaktîka Zimanan (Didactique des langues) bixwîne. 

Em dizanin ku ji ber rewşa kurdî ya îro, gellek xwendekar hene ku newêrin bi tenê beşê kurdî bixwînin û tew diçin beşên wekî tirkî û farsî dixwînin di vê zanîngeha me de. Lê em dixwazin ku Kurdên ku li Parîsê ne bila bizanibin ku kîjan ziman dibe bila bibe, hemî heman şansê didin ji bo peydakirina karekî di pêşerojê de. 

Piştî qedandina vê lîsansê, heger ku xwendekar bixwaze, dikare  wekî wergêr û mutercim dest bi kar bike, an jî dikare xwendina xwe li masterê bidomîne û bikeve nav lêkolînan di warên weje, dîrok, civaknasî, siyasî û hwd. 

  

Amadekar : Sîbel ER

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :