Boçika Cinnê : Boçika Masiyê

Li gundekî mêr û jinek hebûne ; rojekê mêrik çûye cotê, jinikê jî xwarina mêrê xwe çêkiriye, aniye ser cotê. Berê trextor tunnebû, xelkê bi ga û hespan erdê xwe cot dikirin.  Jinikê xwarina mêre xwe biriye, ava wî biriye ; destmêja xwe girtiye, nimêja xwe kiriye ; paşê feraqên xwe top kiriye û hatiye malê. Rotirê, jinik dîhna xwe didê, mêrê wê li ser nimêjê ye û destê xwe qilozî hewa kiriye. Wextê radibe, jinik jê re dibêje: – Mêrik te çi digot, hema te usa destê xwe qiloz kiriwû ?  Mêrik dibêje: – Min dia dikir . Jinik dibêje: – Te dia de çi digo ?  Mêrik dibêje: – Min gûtiye xwedê tu baraneke xêr bidî, tu ekîneke xêr bidî me, bidî cumle bisilmana ; me jî tev de ; sewa ekinê me rind biwe, min diayê isakî kirine.  Jinikê gotiye: – Te qe gotiye xwedê tu hevza jina ji îftîrayên xelkê bikî?  Mêrikî daye xebera, gotiye: – Îca diayê sewa jina li me kêm bû ! Jin çi ne! 

Ev xebera han pirr diçe zora jinikê, loma jinik hez dike ji mêrê xwe heyfa jinan hilîne. Jinik radibe diçe nava gund, bala xwe didê, merivekî kerek bar kiriye, di nava gund da gazî dike : – Mehsîfiroş, mehsîfiroş ! Jinik dibêje : 

– Birayê mehsîfiroş, ka hinek mehsiya bide min. 

Jinik çend masiyan jê dikirre, diçe malê. Xwurekê mêrê xwe amade dike, xwurek û wan masiyên ku kirrîne hildide, diçe zeviyê, ser cotê. Mêrik li ser nimêjê ye, jinik xwurekê mêrê xwe datîne kêleka wî û bi dizîka masiyên nepijandî dike nav ça’lekê. Heke cot xweliyê bizivirîne dê masî derkevin. Xulase, jinik bêyî ku haya mêrê wê jê çêbe, masiyan dixe nav ça’lê û vedigere malê. Mêrik xwurekê xwe dixwe, paşê cotê xwe radike. Wextê cot dike ew masiyên ku jinikê veşartine, derdikevin. Mêrik masiyan dibîne, dinihêre masiyên top û teze ne. Dinya germ e, loma masiyan dûbare dixe bin xweliyê ku masî ji ber germahiyê xirab nebin. Êvarê masiyan ji bin axê derdixe û tîne malê, dibêje: – Jinik, min îro cotê de mehsî dîtine, vana bipêje em bixwin. Jinik jî dibêje: – Mêrik ez îro bêhal im, dayne wira ez ê siwê çêkim. 

Merê wê masiyan datîne ser maseyê. Dibe sibe, êvarê gava ku mêrik ji cotê vedigere tê malê, ji jina xwe re dibêje: – Jinik ka mehsiyan bîne, em bixwin. Jinik dibêje: – Mehsiyê çi ?! Mêrik dibêje: – Çawa qîza kerê ?! Min duh ji cotê mehsî neanîn ?! û kuskîkî lêdixe. Jinik jî direve, derdikeve kuçê, gazî dike, dibêje: – Hawar hawar, mêrê min cinnî bûye, min dikûje ! Millet kom dibin, dibêjin: – Tu çima li jina xwe dixî?  Mêrik dibêje: – Min duh di cotê de mehsî dîtin; ew anîtin male. Nika jî jina mi, mi re diwêje, mehsî tinne, mehsiyê çi ! 

Millet mêrikî digirin, bi stûnekê ve girê didin, dibêjin qey mêrik cinnî bûye. Mêrik xwe ba dike, xwêdanê dide, paşê ji nişkê ve hişê wî tê serê wî, dibêje: – Jinik we çima ez bi vê stûnê va girê dame? Jinik dibêje: – Ma ne tu dibêjî min xweliyê de mehsî anîne ! Mêrik dibêje: – Hûn manyax in! Qe di xweliyê de mehsî diwe! Qe tiştê usa diwe! Mi berdin! 

Jinik dizîvire, dibêje cim’etê: – Wele mêrê min biaqil bûye, wî berdin! Mêrikî berdidin. Mêrik rotirê careke din diçe ser cotê, êvarê wextê tê; jinik mehsiya rind sor kiriye, birinceke xweş jî çêkiriye, masî kirine binî, birinc jî daye ser. Şîva mêrê xwe dide ber wî. Wextê mêrik kevçîkî diduya lê dixe, boçika masiyan tê xuyanê. Mêrik destê xwe dide ber çavê xwe, gazî jina xwe dike, dibêje: – Jinik were, tasa min ji ber min hilde, cinnê min careke dinê boçika xwe nîşanî min da ! 

Berhevkar : Şevîn Elegez

Çîroka gelêrî ya herêma Îdirê, yê gotî : Zekî’yê Eno.

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :