Egîdê Cimo, Mîrê bilûr û meyê

Mirov hene bi rihê xwe, mirov hene bi lingê xwe dikevin nava hunerê.

Egîdê Cimo ku wekî mîrê bilûr û meyê tê naskirin, di 31ê Çileyê de, li Yêrêwanê çû ber rehma Xwedê. Ew di sala 1932an de li gundê Erdeşîrê (Ermenîstanê) çêbûye. Malbata wî di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, di sala 1918yan de ji Wanê koçê Ermenîstanê dike. Têkiliya Egîdê Cimo bi muzîkê re cara ewil wiha çêdibe : Rojekê di gundê wî de, cînarekî wî li zirneyê dixe, û ev jî li ser Egîdê Cimo tesîrê dike. Ew di 12 saliya xwe de, ji qamîşê ji xwe re fîqekê çêdike. Di belgefîlma Salih Kevirbirî de, Egîdê Cimo dibêje ku êvaran ew derdiket li ser banî, û li fîqa xwe dixist, li wir gundî û cinar lê guhdar dikir. Dû re, piştî ku zirneyekê ji xwe re distîne, di dawetên Kurdan de dest bi bilûrvaniyê dike. 

Xêz: Serdar Mutlu

 Di sala 1955an de, dema Radyoya Yêrîwanê dest bi weşanê dike, Egîdê Cimo jî tev li xebatên radyoyê dibe. Di hevpeyvînekê de ku Zerî Inanç bi wî re çêdike , Egîdo Cimo wiha dibêje :

« Sala 1955an bû, ez rojekê hatim malê, pryomnîka (radyoya bêtel) min hebû min jî ew pryomnîk tim dida ser Îraqê. Xeberdanên Îraqê yên kurdî gelek bi min xweş dihatin, kilamên wana ji min ra hewaskar bûn. Min rojekê pryomnîka xwe pê va kir, nişkê va, ji cem me kurmancî hate xeberdanê. »

Herwiha, çerr ku ew dengê kurdî di radyoyê de dibîhîse, dotira rojê diçe radyoyê û xwe dide nasîn û dibêje ku ew jî sazbend e, û dixwaze bi wan re kar bike. Bi vî rengî, Egîdê Cimo jî dibe yek ji hunermendên avaker ên Ekola Radyoya Yêrîwanê (Ekola Sovyet a muzîka kurdî). Ew gund bi gund digere, û dengbêjan tîne radyoyê. 

Di wan salên 1950-60an de sê radyoyên kurdî hene, yek radyoya Bexdayê ye ku hunermend bi kurdî distirên, lê rîtmên mûzîkan bi erebî ne ; ya duyemîn radyoya Yafa ye ku li Filistînê ye, lê ew jî dûrî axa Kurdistanê ye. Herwiha radyoya sêyemîn jî ya Yêrîwanê ye ku ya herî xurt û bi bandor e ; ji ber ku him stranbêj û dengbêj bi kurdî distirên him jî rîtma muzîkê bi kurdî ye. Egîdê Cimo jî yek ji wan hunermendan e ku bi bilûr û meya xwe rengê kurdewar dane muzîka kurdî. Bi bilûr, mey û fîqa wî gellek stranên dengbêjan hatin qeydkirin. Wan çaxan, di radyoyê de Keremê Seyad ku pêşkêşvaniya radyoyê dikir, wiha digot : « Distre Sûsika Simo, lê dixe Egîdê Cimo ! ». Ew li gel dengbêjên wekî Karapêtê Xaço, Şêroyê Biro, Sûsika Sîmo xebitiye.

Herçiqas ew di warê muzîkê de gellek serkeftî be jî, xwe ji perwerdehiya akademîk dûr naxe û dîplomaya xwe ya li ser muzîkê di sala 1967an de ji Akademiya Romanos Melîkiyan ya Huneran distîne, û bi wî awayî dibe sazbendekî profesyonel yê muzîka kurdî. 

 Wî bi rastî jî rengekî cuda da kilamên Hekîmo, Lawikê Metînî, Bêrîvanê û belkî jî ev bû wesîle ku guhdarên kurd ji van destanan bêtir hez kir. Egîdê Cimo digot : “Mey bingeha derd û kulê gelê me ye. » Rast e ku dema meriv dengê meyê dibihîze, meriv hay ji çand û rewşa xwe dibe,  ev huner xwe dispêre êş û dijwartiya jiyana gelê Kurd. 

Dema meriv Egîdê Cimo û gotinên di derheqê wî de guhdarî dike, meriv pê dihese ku bi rastî jî ew bi dil û can ketiye nav hunera kurdî, gotineke wî ya navdar heye ku dibeje : « Mirov hene bi rihê xwe, mirov hene bi lingê xwe dikevin nava hunerê ».  

Egîdê Cimo bi rih û giyana xwe di nav hunerê de bû û hunermendekî serdemî bû. Ji bo hunermendan, têgeha mirinê cuda ye, gellek « hunermend » hene ku jixwe mirî ne. Lê Egîdê Cimo nemir e, çawa ku ew duh hate guhdarkirin, îro jî hîn tê guhdarkirin, û sibê ji wê were guhdarkirin ; li her malê, li her gund û bajaran, li her deşt û çiyayan, wê bilûra wî deng vede. Ev e nemirbûn ji bo hunermendekî.                                      

               Sîbel ER

                                                                            Mastira Wergera wejeyê – kurdî

INALCO

Çavkanî 

Salih Kevirbirî, Belgefîlm, “Mîrê Bilûrê, Egîdê Cimo” https://www.youtube.com/watch?v=LiATOVII8As

Arif Aslan, “‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo Koça Dawî Kir”  Dengê amerîka, 

https://www.dengeamerika.com/a/egîdê_cimo/4768531.html

Çetoyê Zêdo, Hevpeyvîn, “Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe”

http://diyarname.com/news.php?Idx=34153

Zerî Inanç, Di Radyoya Êrîvanê De Dengê Kurdî – Erivan Radyosunda Kürt Sesi, Ismail Beikçi Vakfi, Stembol, 2016

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :