Ehmedê Nêçîrvan û Şahê Ma’ra

Une image contenant texte

Description générée automatiquement

Figure 1http://ncc5.cu.edu.tr/tr/Belgeler/Tarsus.pdf

Carekî nêçîrvanekî hebûye, navê wî Ehmed bûye, jê ra digotine Ehmedê Nêçîrvan. Pirr biaqil bûye, pirr zana bûye, zengîn bûye, aliyê malê dinyayê da jî malê wî pirr bûye, timî li nêçîrê bûye, ji xwe re hez kiriye, hespê wî hebûye. Jina wî zarê wî jî hebûye, Ehmedê Nêçîrvan nêçîrê dike, halê wî xweş bûye. Diçe nêçîrê tê, tê mala xwe, halê wî xweş e bikêf e. Ji jin û zarê xwe hez dike. Ehmedê Nêçîrvan rokî sibê zû radibe, tîr û kevanê xwe digire, siwarê hespê xwe dibe, terre. Jina wî dibêje: – Ehmed xwedê xêr ke, tu ku da terrî ? Dibêje: – Ez diçim nêçîrê. Jina wî dibêje: – Hîna zû ye. Ew jî dibêje: – Na welle ez ê herim dû nêçîra xwe. 

Ehmed hebekî terre û diweste, dibêje cixarekî vêxim, bêhna xwe bidim, ez ê rabim dû nêçîra xwe herim. Rudinê, bêhna xwe vedide, cixara xwe dikşîne, mêze dike sibê zû ye, ro derketiye, mêze dike ma’rek ji qullê derket, spîçîla qerqeş, çavê wî reş fena zeytûna, pirr bedew e ; mêze dike ma’rê li dora qulla xwe çember kir, xwe da devê qullê ; tavê lêdixe, Ehmêd gellek heyîrî ma’rê dimîne, spîçîl qerqeşê, dora çavê wî kil, mîna kil lêdaye ; xwe xwe dibêje xwedê teala mêr û heywana jî aha bedew çêdike. Îca lehzekî disikine, ma’rekî pîs ji wê da hat, ma’ra spî serê xwe rakir, li hev xistin, hevûdu gevizandin, zorê Ehmed terre, dibêje vî ma’rê pîs xwe li histûyê ma’ra din xist, dibêje û tîr û kevanê xwe digire, dibêje ez ê wî bikujim, heyfa wê ma’rê nîne ku ewî xwe lê pêça! Ehmedê Nêçîrvan çerr tîr û kevanê xwe diavêje, tîr ne li ma’rê pîs lê li ma’ra spî dikeve. Ma’r ji hev direvin, ma’ra spî xwe berdide qullê, terre, Ehmed pirr ecêb dimîne, dibêje tiştekî pirr xerîb e, radibe siwarî hespê xwe dibe, hetanî êvarê nêçîr dike, nesîbê wî çi ye çi tîne kes nizane, tê mala xwe, dest û piyê xwe dişo, xwarin û vexwarina xwe dixwe, carek dikene ber xwe da, jina wî dibêje: – Xwedê xêr ke Ehmed, çi bûye ? Dibêje: – Tiştek tunne! Jinik dibêje: – Ehmed tiştek heye, tu çima dikenî ? Ehmed dîsa dibêje:  – Tiştek tunne!

Te negotî, ma’ra spî jina şahê ma’ra bûye, mar’a pîs jî dostê wê bûye. Îca ma’ra spî, jina Şahê Ma’ran, terre cem mêrê xwe, mêrê wî dibêje: – Qîzê ev çi halê te ye ? Dibêje: – Ehmedê Nêçîrvan li min xist. Şahê Ma’ra dibêje: – Nebe nebe!? Jinik dibêje: – Erê welle li min xist! Mêrik dibêje: – Nêçîrvan boy çi li te xe ? Jinik dibêje: – Sibê zû derketim, min ser dunyayê xwe da ber ta’vê, Ehmedê Nêçîrvan tîr û kevanê xwe avête min.

Şahê Ma’ra bawer nake, dibêje tiştê aha nabe; şev çiqa terre hindik terre xwedê bizanibe. Şahê Ma’ra du hev erfêtê xwe dişîne, dibêje: – Herin mala Ehmedê Nêçîrvan, bigrin bînin vira. Wana terrin li dêrî dixin, Ehmed dêrî vedike, dibêje: – Kerem kin, werin hundir. Erfêt dibêjin: – Na welle, em terrin, em hatine pey te. Ehmed dibêje: – Em bi ku da terrin?  Dibêjin: – Were, em terrin! Ehmed şaş dimîne, wan nas nake, bi zorî çavên Ehmed girê didin, didin ser mile xwe, dibin. Ehmed nizane ku da terrin, newêre dengê xwe bike; şev e ta’rî ye, ku da terrin, xwe berdidin ku, kes nizane. Erfêt ber Ehmed dikevin, loma wexta di rê da tênê, jê ra dibêjin – Em terrin cem Şahê Ma’ra, wexta ku paşa ji te pirs bike, bibêje “miradê xwe bixwaze”, tu jê ra bêje “moriya bin zimanê te dixwazim”. Ehmed dengê xwe nake lê vî tiştî jî ji bîr nake. Rê xilas dibe, tên hizûra Şahê Ma’ra. Çavên Ehmed vedikin, Ehmed mêze dike li dunyakî xerîb e, li qarşiyê Şahê Ma’ra ye, dora wî tijî ye ma’r û ziya, kûşîn û kûfînên wan in, Ehmed şaş dimîne, dibîne jinekî rûniştiye, xwîn li ser guhê wî de hatiye, çekên spî lê ne, spî û çîl lê ne, Ehmed şaş maye, jinik diricife, jinik ji mêrê xwe ra rastiyê negotiye, gotiye “cihê tu tûnne Ehmed li min xistiye”. Şahê Ma’ra dibêje: – Ehmed kerem ke, tu îro derketî nêçîrê, te qe çi dî ? Ehmed dibêje: – Şahê min,  min tiştek nediye. Şah dibêje: – Rind bîne bîra xwe, te îro çi dît, çi nêçîr kir, te çi girt ? Ehmed dibêje: – Welle paşayê min, ez derketime nêçîrê sibê zû, ma’reke spî ji qulla xwe derket, li devê qulla xwe, xwe çember kir; xwe da ber ta’vê, marekî spî bû, spiya bedew bû; îca ji wê da ma’rekî cûn û pîs hat ber wê, xwe li hustiyê wê xist û hevûdu gevizandin. Eva zorê min çû, min jî, tîr û kevanê xwe avêt, lê tîr û kevanê min li ma’rê pîs neket, li ma’ra bedew ket. 

Ehmed li jina paşayê dinêre, lêva wê qelişiye, xwîn jê da tê, jinik diricife fena tûrre. Fehm dike ku ew ma’ra bedew ku ewî lê xistiye, jina paşa bixwe ye. Xwe kerr dike, tiştekî nabêje. Paşa ser vê cewaba Ehmêd, gazî ma’ran teva dike, der û dunya tijî dibe tev tên, Ehmed şaş dimîne, zarîn e zîvîn e; erfêt dibêjin êdî di welatê me da kes nemaye, yekî dibêje: – Na, kesek maye, layê filan pîrî maye. Erfêt terrin wî jî tînin. Ma’r tênê, Paşa ji Ehmed dipirse, dibêje: – Ew ma’ra pîs kêjanê ye, ewê te îro dît, ji mi ra bêje.  Ehmed çerr ew ma’rê dawî tê dibêje: – Aha eva ye, evê ma’rê han bû! Paşa dibêje: -Nebe, nebe!! Ehmed dibêje: – Welle eviya bû paşayê min. 

Paşa fehm dike ku jina wî çûye bi yekî din re ew xapandiye, hema li wê derê Paşa emr dide, li serê her du yan dixe, li serê jinik û dostê wê dixe. Şahê Ma’ra ji Ehmed ra dibêje: – Ehmed, miradê xwe bixwaze. Ehmedê Nêçîrvan dibêje: – Moriya bin zimanê te dixwazim. Paşa dibêje: – Bila heft salê din jî haya min ji xiyaneta jina min neba, te moriya bin zimanê min nexwesta! Hema min soz daye te, êdî fayde nake. Paşa a li wê derê moriyê dide Ehmedê Nêçîrvan û dibêje: – Lê tembîya min bila li te be, kes vî tiştî nizanibe, tu bi vê moriyê, dikarî hemû zimana fehm bikî, bira kes nizanibe vî tiştî. Here bi miradê xwe şa be ; layê min, ne min te diye, ne te min diye! Erfêt cardinê çavê Ehmed girê didin, wî didin ser mile xwe û dibin mala wî, çavê wî li ber dêrî vedikin, Ehmed terre hundir, jina wî dike nake Ehmed jê ra tiştekî nabêje. Ji xwe radikeve serê xwe datîne. 

Wext pirr terre hindik terre, li wê derê dibe zivistan, rokî berf dibare, şev e ; Ehmed çirayê xwe vêxistiye, ber pencerê ye, cixara xwe dipêçe, xwe xwe dibêje , welle berf bariye, ez sibê herrim nêçîrê, nêçîra min pirr e. Mêze dike, pişîka wî li derve ye, ew ê were hundirê malê. Kûçik rê nadê, jê ra dibêje: – Pişîko welle tu naçî hundir!  Pişîk jê ra dibêje: çima ? Dibêje: – Ez ê te bixwim. Pişîk dibêje: – Ji boy xwedê, tu çima min dixwî ? Ez terrim cihê xwe, sar e ; ez jî birçî me mina te. Kuçik dibêje: – Na ez ê te bixwim! Ehmed li wan guhdarî dike, pişîk ji kûçik ra dibêje: – Min nexwe, sibê Ehmed pez berdide, wê beranê Ehmed ser cuhêkî ra baz bide û bimre, em ê wî bixwin, tu çima min dixwî!

Ehmed dibêje: – Peyy beranê min dimire!  Sibê zû radibe, hîna pez û dewar bernedaye, beranê şerjê dike. Zemanekî pişîk û kûçik nav û dilê beranê dixwin, çendekî pê îdare dikin, Ehmed rojekî dîsa ber pencera xwe rûniştiye, kûçik xwe dîsa dide ser rêya pîşo, dibêje: – Pîşo tu naçî odê! Pîşo dibêje: – Rê bide ez herim odê, çima nahêlî ez herim? Kûçik dibêje: – Ez birçî me, îşev nan nedane min, kebaniyê hîn nan nedaye min, ez ê te bixwim. Pişîk dibêje: – Îca nan çi ye malneket, îşev gamêş dikeve, mirar dibe ; em ê wî bixwin, min nexwe! Ehmed radibe terre gamêşê ser jê dike, nahêle gamêş mirar bibe, kûçikê dîsa sonda pişo xwariye, dibêje: – Pişo te dîsa min xapand! 

  Wisa zemanek arê da terre, rojekî dîsa kûçik birçî bûye û nahêle pişîk ji odê derkeve; pişîk xwe xilas dike, dertê, direve ser xanî û dibêje: – Ez ji te ra tiştekî bêjim?  Kûçik dibêje: – Bêje. Pişîk dibê: – Qarşî min nebe, Ehmed îşev dimire, mal dimîne ji min û ji te ra, ez jî dixwim, tu jî dixwî. Welle, mala Ehmed bêxwedî dimîne, em ê têr bixwin. Kûçik dibêje: – Tu dîsa min dixapînî. Pişîk dibêje: – Na welle ez te naxapînim.  Wê deqqê qidûmê Ehmed dişikê, Ehmed ew şev ta digire, dimire. Ehmed nehiştiye beran û gamêş mirar bibin, lê Ehmed mir, mal ma ji kûçik û pişîkê ra. Ji xwe re nav hev ketin, xwarin, rijandin, ser xwe da kirin, mala Ehmed xirav kirin. 

Berhevkar: Zerrîn XINÛSΠ

Vebêjer: Mîhrîbana Delalê, herêma Xinûsê, (7 Sibat 2019)

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :