Em mêr in an jin in ?

Em mêr in an jin in? Ferqa van çi ye? Ji bilî zahirê fîzîkî, çi hene ku jin û mêran dixin nava du kategoriyên cuda û ciyawaz? Bi raya min, ev eşkere ye ku jin û mêr, li gorî rolên girêdayî bi zayenda wan, di navbera du kategoriyan da tên danîn. Ev rol, bêyî ku em bixwazin behsa rastbûn û xeletbûna wan bikin, ji dema peydabûna mirov heta îroj bi me ra hatine. Ew rol ji me ra dibêjin bê kî berpirsiyarê/a çi karê ye; bi gotineke din, dibêjin bê ka kî bermaliyê malê ye û kî xerc û mesrefa malê hazir dike. Ev taybetmendî bi nasnameya wan zayendan ra girêdayî ne û teqrîben di hemû çand û kultûran da yeksan e. Lê dibe ku asta bicihkirina wan rolan, li gorî civakan û kulturan biguhere, û ev xalên biçûk in ku ferqê dixin navbera Ereban, Farsan, Rûsan û Kurdan.

Jinek ji kurmancên Xorasanê: ji https://www.kojaro.com  

Di civaka Kurdî da, ji bo mêrên Kurd ev yek eşkere ye ; ew tenê rola xwe ya mêrane dilîzin. Lê rewşa me jinên Kurd gelekî ciyawaz e çunkî em bi dijberiyekê mezin dibin. Çawa ku ji dayikbûnê ve, hînî me dikin ku em ji mêran bitirsin, ji ber ku dibêjin mêr dikarin şerefa me lekedar bikin. Di heman demê da divê em xizmeta mêran jî bikin. Li aliyê din, tê hêvîkirin ku em teknîkên xweşîrînkirina di çavê mêran da jî bizanin. Lê, rola herî dijwar a me jinên Kurd ew e ku ji me tê xwestin ku em di heman demê da rola mêran jî bigirin hustiyê xwe. Divê em hîn bibin ka çawa mil-bi-mil ligel mêran bixebitin û hînî kar û xebatê mêran jî bibin. Wekî nimûne ; kar û xebatê cotkariyê, her weha karên teknîkiyên li ber malê, yan jî îdarekirina malbatê. 

Di dawiyê de gelo em bi ser dikevin an bi bin dikevin? Vêca em qet nizanin ka em kî ne û hêviyên civakê ji me çi ne. Divê em xwe ji çavên mêran veşêrin û xwe bipoşînin, lê di heman demê da divê em her tim bi wan ra bin û alîkariyê wan jî bikin. Bi vê rewşê, di nav komên mêran da, jin xwe dixin rengê mêran û êdî wê mafê nadine xwe ku jinbûna xwe nîşan bidin. Wekî, em dikarin beşdarî behs û goftigoyên mêran bibin, lê dema ku em bixwazin behsa jinan, yan jî mijarên girêdayî bi meseleyên jinan û kêşeyên wan yên di civakê da bikin, wê çaxê ev mesele ji aliyê hin mêran ve wekî mafekî nayê dîtin. Bertekên bi vî rengî di civakê da wisa dikeve bin hişê jinan ku gelek jinên me êdî vê mafê nadin xwe ku derbarê van meseleyan da biaxivin û êdî xwe-bi-xwe bi awayekî nexuya sansor dikin. Wextê ku em bi vî rengî mezin bibin, êdî ji me re ne ecîp e heger em bêrawest rolên mêrane qebûl dikin, eger em wekî mêran dilivin û eger ti tirs li çavên me da tune be. Çima ku mejiyê me ji berê ve amadeye. 

Nimûneyek ji çîroka jinên Kurd 

Dema ku ez zarok bûm, bavê min nedixwest ku ez biçim dibistanê, çunkî baweriya wî ew bû ku fêrbûn li kêrî jinan nayê. Lê jin divê paqijkirina malan fêr bibin. Wekî, dema ku birayên min li dibistanê bûn, diviyabû ku min li şûna wan kar bikira. Diviyabû ku min karê şivantî û cotkariyê bikira, diviyabû min darên sêvê daweşanda, diviyabû min genim bidirûya û hwd. Di heman demê da, diviyabû min wezîfeyên jinane jî qebûl bikira. Wekî bermaliya malê ku bi şikleke surûştî bi şexsiyeta jinan ve hatîye girêdan, diviyabû min mal paqij bikira û xizmeta mêrên malê bikira. 

Lê bêyî ku bavê min bizane, bi alîkariya dayîka xwe, min dîploma xwe stand. Û min qeyda xwe li zanîngeha Firdewsî çêkir. Xelkê behsa min kir, gotin keça filankesê çûye zanîngehê, bavê min jî bi vî awayî pê hisiya ; lê çunkî bi min serbilind bû, li ber xwendina min nebû asteng. Min lîsansa xwe stand û dest bi xebatê kir. Wextê ku bavê min dît ku ez meaşê distînim, wî postîna xwe ya mêraniyê ji xwe kir û wê postînê avêt ser milê min ku ez li şûna wî bibim berpirsyara malê. Û gava ku min digot : “Ez keçik im û ev ne berpirsiyariya min lê berpirsiyariya mêran e” bersiva dida : “Spasdarê min be ku îroj tu dixebitî, min dikaribû bi zora xwe te bidime mêr.” Lê, min bersiva wî nedida, ji ber ku min dizanibû ku li gorî qanûna Îranê û ji hêla civaka Kurdî ve heq û qeweta bavê min hebû û dikaribû wî karî bike. Û gava ku diya min digot : “ Ev ne vezîfeya keçikan e ku xerca malê bidin” bavê min bersîv dida : “Li vir ti ferq û cudahi di navbera keçik û lawikên me da tune.” 

Di serî da, bi min pir dijwar bû ku vê dijberiyê qebûl bikim. Lê, her ku wext derbas dibû, min ji xwe re digot belkî xebera bavê min e, “Li vir ti ferq û cudahi di navbera keçik û lawikên me da tune.” Çima ku ez jinek bûm, bi kêmanî li gorî fîzîka xwe û tevî hemû astengiyên ku civak li jinan disepîne. Lê di heman demê da ez mêrek jî bûm ji ber ku ji zaroktiyê ve, karên mêrane jî danîbûn ser milê min. Lê rojekê min ji xwe pirsî, niha ku ti ferq di navbera keçik û lawikên me da tune, çima ez nabim mêrek? Wê çaxê, heger birayê min ji min bixwasta ku ez ji wî re xwarinê çêbikim an jî qedeheke avê bidime wî ; min digot : “Ka pêşî tu heman xizmetê ji min re bike, ez ê jî eynî xizmetê ji te re bikim.” An jî, dema ku ji min re gotin ku birayê min ê piçûk di kolanan da ji jinên xelkê re bêhormetî dike, min bi destê wî girt, û jê ra got : “Bikeve pêş min, îroj ez bi te re têm bazarê û her ku tu gepekê bavêjî jinekê, ez ê jî gepekê bavêjim mêrekî.” Û min ji wî re got ku wekî ew ji vî karê min şerm dike, ez jî ji bêhormetiya wî şerm dikim. Lê min ewqas li mêrbûna xwe israr dikir ku gava ez diçûm bazarê ji bo temîrkirina dîwarê kîseyek kirêc bikirrim û dukandar bigota : “Tekê ku mêrek li malbata we tune ku tu hatîyî wî kara bikî !’’ Min ji wî ra digot : “Li vir ti ferq di navbera keçik û lawikan da tune”. Lê bawer im min şaş fahm dikir. Di nav keçik û lawikên me da gellek ferq hene, lê ew jinên me ne ku cinsiyeta wan tune. Ew jinên me ne ku hem jin in û hem jî mêr in. 

Ji wê rojê ve, ez hîn jî her du rolên xwe yên mêrane û jinane dilîzim û hîn jî israr dikim ku heger kultura Kurdî, min bi vê rewşê mezin dike, divê ew min ji mêrekî kêmtir nebîne, divê ew min ne bi tenê jin, belkî jin-mêr bibîne. Ji ber ku civaka me ji me hem rola jinane, hem jî rola mêrane dixwaze. Lê ez fam nakim, heger hûn me weke jinan dibînin, çima hûn ji me dixwazin ku em berpirsiyariyên mêran hildin ser milên xwe? Û heger hûn me wekî mêr dibînin, çima hûn astengiyên jinane li me disepînin? Çima civaka me naxwaze qebûl bike ku cinsiyeta me tune ye. Em ne tenê jin in, ne jî tenê mêr in, em tevlîheviya herdu ne, em hem jin, hem jî mêr in, em jin-mêr in. 

Sara Vatandoust

                                                                                    Antropolog/EHESS/Parîs 

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :