Ergatîfî, yek ji wan nîşaneyên zimanê kurdî ye ku li ser rûyê erdê kêm ziman hene ku vê sîstemê di nav xwe de bi cih kirine. Ergatîfî sîstemeke zimanên kevn ên wekî hûrî, sûmerî û ûrartûyî ye ku kurdî jî vê sîstemê hîn jî diparêze; bi taybetî jî kurdiya kurmancî. Zimanên mezin ên cîhanê, wekî îngilîzî, fransî, çînî û îspanî, vê sîstemê di zimanên xwe de nas nakin; lê zimanên wekî fîlîpînî, baskî, tîbetî û gellek zimanên Asyayî sîstema ergatîfiyê baş nas dikin. Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku Newzad Hirorî (2008) li ser malpera Nefelê di gotara xwe ya li ser ergatîfê de dibêje: « Ergatîvî Mohra Kurmanciyê ye.
Nexş I : Zimanên bi Ergatîfî
Em dikarin li ser nexşeya jorê jî bibînin ku cûre cûre formên ergatîfê hene ku ew li gorî teşeyên wan hatine dabeşkirin.
Di zimanê kurdî de, ergatîfî bûye nîşaneyeke din ku ew jî pêderxistina herêmên Kurdistanê ye. Zimanê kurdî, bi taybetî jî zaravayê wî yê kurmancî ji ber sedemên cur bi cur ergatîfa xwe li gellek deveran guhertiye. Ji ber wê yekê ye ku wextê ku mirov bi kurmancekî/ê re biaxive, mirov li gorî bikaranîna wî/ê ya ergatîfê dikarê pê derxe ka gelo ew kes ji kîjan herêmê ye. Wek mînak em hevokeke ji dema niha bikin dema borî û em binêrin ka wê çawa bibe.
- « Tu min dibînî »
Ev hevok tenê ji kirde, bireser û lêkerê pêk tê. Lê belê ji ber ku biresera wê ji cînavkekê pêk tê, mirov dibîne ku ergatîfiya hin herêman diguhere.
Heger kesekî/ê ku ji herêma Mûşê bibe, ew ê teqez bibêje ; « Te min dît.
Lê heger ew kes ji herêma Mêrdînê yan ji Agiriyê bibe, ew ê bibêje ; « Te ez dîtim.»
Gellek lêkolînerên kurd û biyanî li ser vê mohra kurmanciyê lêkolîn kirine, lê heta salên 90î jî zêde kes peyva “ergatîf”ê bi kar neaniye. Wekî Qanatê Kurdo (1978) di rêzimana xwe de hîç peyva “ergatîf”ê bi kar neaniye û ji bo ku serê xwendevanan tev li hev neke, dema borî ya kurmancî, her tim bi lêkerên negerguhêz ve rave kiriye. Lê taybetmendiya lêkerên gerguhêz ên di dema borî de li bin sernavekî taybet rave kiriye û qaîdeyên ergatîfê (bêyî ku navê wê binivîse) tev nivîsiye û weha gotiye : « Di diyalekta jorîn de biker (kirde) di rewşa tewandî de ye, lê bireser di rewşa xwerû de ye. Lêker digel bireserê li hev tê, ne ku digel bikerê.»
Lêkolînerekî din ê kurd, Samî Tan, di sala 2005an de rêzimana kurmancî çap dike û di vê berhema xwe de ergatîfiya kurmancî wekî sernavekê dinivîse û wî ergatîfa kurmanciyê mîna lêkolînerên ku beriya wî li ser vê mijarê xebitîne, wekî (Dorleijn 1996, Matras 1997, Haig 1998, Turgut 2012 û Aydogan 2013) rave kiriye. Dorleijn (1996) di pirtûka xwe ya « The decay of ergativity in Kurmanji » de dibêje: « Kirdeya hevokeke negerguhêz û biresera hevokeke gerguhêz mîna hev tevdigerin » Her weha lêkolîner Matras (1997) jî dibêje ku: « Di hevokeke gerguhêz de kirde tewandî ye, lê bireser wek xwe dimîne û bi lêkerê ve li hev dike.’’ Di hemû lêkolînan de ergatîfa kurmancî wiha tê ravekirin : Di dema borî de, di hevokeke gerguhêz de bireser forma absolutîf hildide û lêker jî ne bi kirdeyê ve, lê bi bireserê ve tev digere. Kirde di teşeya tewandî de ye.
Ji bilî vê, Haig û Opengin (2015) dibêjin : « Gava ku kirdeya hevokeke gerguhêz pirhejmar bibe û bi awayekî eşkere diyar nebe, biresera wê hevokê yekhejmar bibe jî, bi îhtimalekî mezin lêker li gorî pirhejmartiya kirdeyê tê kişandin» û lê zêde dikin, “Wextê ku hevokeke gerguhêz bi hevokeke negerguhêz ve bibe û kirdeya wan jî heman kirde bibin, lêker dîsa li gorî pirhejmartiyê tê kişandin» û wek mînak jî hevokekê ji helbesteke Cîgerxwîn a bi navê « Ji Biçûkan re » nîşan didin.
- Herdu çûne cem rovî û doza xwe jê re gotin.
Çawa ku mirov dikare di vê hevokê de bibîne ; lêkera hevoka gerguhêz ’’gotin’’ ne li gorî bireserê lê li gorî kirdeyê hatiye kişandin.
Di dema borî de divê mirov pêşî pê derxe ka gelo lêker gerguhêz e yan negerguhêz e. Ji bo vê yekê jî divê mirov her tim ji lêkerê pirsa « çi » yê bike ka gelo bersiva wê heye yan na. Lêkerên negerguhêz ew lêker in ku bireserê wan tune ye, wek lêkera ‘’çûyin’’ – ‘’ketin’’ – ‘’firîn’’ û hwd. Ji ber wê ye ku wextê ku mirov ji van lêkeran pirsa « çi » yê bike, mirov nikare bersivekê pêyda bike.
Weke mînak ;
- Ez çûm Hewlêrê. – Tu ketî erdê. – Ew ber bi bajêr ve reviyan.
Bersiva van pirsan peyda nabe ; *Ez çi çûm ? *Tu çi ketî ? *Ew çi reviyan ? Di van hevokên jorê de jî lêkerên wan bi kirde re tev digere, ji ber ku bireserên wan nîn e.
Lê belê, di lêkerên gerguhêz de bersiva pirsa « çi » yê heye ku ew dibe bireser û wê çaxê rewş diguhere. Li gorî hejmara kirde û bireserê çar cureyên hevoksaziyê derdikeve pêşiya me. Em ê mînakekê di dema niha de bidin û bi dû re jî wê mînakê bikin dema borî.
- Gur berxê dixwe.
Ev hevok ji aliyê hevoksaziyê ve gellek hesan e ku ji kirdeyek, bireserek û lêkerekê pêk tê û analîza vê hevokê jî weha ye:
- Kirde xwerû ye, bireser tewandî ye û lêker jî bi kirde re tev digere.
Heger em vê hevokê li gorî dema borî çêkin, wê weha bibe;
- Gurî – berx – xwar.
(Tewandî) (Xwerû) (Yekhejmar)
Heger kirdeya vê hevokê yekhejmar bibe û biresera wê jî pirhejmar bibe;
- Gurî – berx – xwarin.
(Tewandî) (Xwerû) (Pirhejmar)
Heger kirdeya vê hevokê pirhejmar bibe û biresera wê jî yekhejmar bibe;
- Guran – berx – xwar.
(Tewandî) (Xwerû) (Yekhejmar)
Heger hem kirde hem jî biresera vê hevokê pirhejmar bibin;
- Guran – berx – xwarin.
(Tewandî) (Xwerû) (Pirhejmar)
Wekî ku di mînakan de jî xuya dibe, guherînên hevokê ne li ser bireserê, lê li ser kirde û lêkerê xwe nîşan dide.
Di hevokên jorê de qaîdeyên ergatîfê xuya dikin ku ew qaîde bi lêkolînên berfireh ve hatine diyar kirin. Lê belê, di bikaranîna ergatîfê de dîsa jî gellek kemasî hene ku yek ji wan jî navên taybet ên nêr in ku li gellek herêmên Kurdistanê ew nav natewin û wekî xwe dimînin. Lê belê, bi awayekî giştî mirov piştî evqas lêkolînan dikare bêje ku sîstema ergatîfî ya kurmancî bi awayekî zelal eşkere bûye û her diçe eleqedarên zimanê kurdî dikevin pey vê û hewl didin ku vê sîstemê baş nas bikin. Ev guherîna ergatîfî ya li herêman jî bi lêkolîn û nivîsîn û xwendinan ve hêdî hêdî ji holê radibe û tê zanîn ku ziman tîştek zindî ye û çiqas were bikaranîn, ewqas dijî û zindî dimîne. Li gorî van qaîdeyan jî dê ergatîfa kurmancî di hemû herêman de qaîdeyeke giştî bistîne û dê ev sîstem li hemû deveran bibe standarteke kurmancî.
Reşat Çelîk
Lîsansa 2 ya Kurdî
Çavkanî
Aydogan Îbrahîm Seydo, Guman-1; Zimanê Kurdî, Demsazî, Hevoksazî, Watesazî û Gotar, lîs Basin-Yayin, Diyarbakir, 2013.
Dorleijn Margreet, The Decay of Ergativity in Kurmanji: Language Internal of Contact Induced?, Tilburg university press, Amsterdam, 1996.
Hirorî Newzad, Ergatîvî mohra kurmanciyê ye, Malpera Nefel, 2008.
Qanatê Kurdo, Rêzimana Kurdî ; Kurmancî-Soranî, Nûbihar, Istanbul, 2013
Kemaloglu Nasir, Zaravayên Kurdî, Melpera Candname, 2016
L’ergative explique, Malpera septiemeartetdemi, 2018.
Matras Yaron, Clause combining, ergativity, and coreferent deletion in kurmanji, Studies in Language 21:3, 613-653. (1997)
Opengin Ergin û Haig Geoffrey, Kurmanji Kurdish in Turkey: structure, varieties, and status, 2015.
Opengin Ergin, & Haig Geoffrey, Regional variation in Kurmanji: A preliminary classification of dialects, Kurdish Studies, 1(1), 143–176. (2014) https://doi.org/10.33182/KS.V2I2.399
Tan Sami, Rêzimana Kurmancî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2005
Woolford Ellen, Agreement Systems; Case-Agreement Mismatches, Amherst, 2006. p.299-316