Geza ji Hundir

Çavê xwe bi zorî vekir. Agir hêdî hêdî bi canê wî diket. Yan jî xwe bixwe wisa hîs dikir? Nizanibû, her tişt ketibû nav hev. Hişê wî bi geşedanên dawî tevlihev bûbû. Rabû ser piya, hêdîka perde da wî aliyî. Tîrêjên tavê diranên wî diqirçimandin . Di cîh de perde kişand. Hêj tarî neketibû erdê. Lê birçî bû. Jê re xwarin diviyabû. Dixwest cardin xwe berde ser stûyê merifekî û tîna xwe pê bişkîne. 

Destê xwe di porê xwe re gerand. Hêj nizanibû bê wê çi bike. Berê xwe da salonê. Piştî çend gavan pê hesiya ku dikule, li çîpên xwe nihêrî lê tewşiyek tê de nedît. Cardin meşiya. Gavek, du gav, sê gav û req û bi gurmîniyeke mezin li erdê ket. Dinaliya, lê dengê televzonê ku ji doh ve vekirî mabû dengê wî dikusand. Hewl da ku rabe ser piya lê nikaribû. Hêdîka bi erdê ve kişiya, hêj jî dixwest biçe salonê. Yek mil, du mil, sê mil, cardin di cîhê xwe de sekinî. Bêhneke kûr veda. Tu dibêjî qey di herbeke zalimane de bû û tevî birîn û nalînên xwe dixwest nîşan bide ka çawa şer kiriye. 

Çend deqîqe wisa li erdê ma. Di hişê wî de bi sedan fikr û raman li hev diqelibîn. Gelo dê îşev jî birçî bimaya? Wê heya kengê bi xwarineke rêkûpêk zikê wî eydaniya xwe negirta? 

Cardin cehd kir ku rabe. Çogên xwe ber bi zikê xwe ve hilkişandin. Milê xwe hêdîka anî ber serê xwe, li derên cîhê, rêç û birîna gezan hebû. Kambax be ka ev çend roj in belkî qet ji malê jî derneketibû. Ev gez, ev birîn, ev êş ka mesele çi bû? Neket serê wî,  xwe hêdîka bilind kir. Qiloz bû rabû ser piya. Digel ku lingekî wî bi erdê ve dikişiya dîsa jî ber bi salonê ve meşiya, hêdî hêdî, lê têra xwe bi zehmetî…

Hate ber şimîkê, destê xwe avêt perwaza dêrî. Li derdorê nihêrî. Fera gorê wî li ser televzonê bû. Ava zer li erdê, pakêtên cixareyan li her derê bûn. Qoltixa li kêleka dîwêr qelibîbû û çend kortik û çeltik tê de vebibûn. Qûşxaneya ku par bi deh panotan ji erzaniyê standibû li orta odê xwar bûbû. Ampûl hatibû xwarê, perda odê ketibû erdê. Bêhneke tûj û sext xwe berdabû hundir. Tu dibêjî qey ew herba ku difikirî ku di nav de digevizî, li salonê qewimîbû. 

Ji nişka ve tiştek bala wî kişand. Ji nava dolaba potan dengek dihat. Hinek sekinî û guh dayê da fahm bike bê ka ev çi deng e, lê tênegihîşt. Ditirsiya lê hesta meraqê ku pê re peyda bûbû, dibû pizoteke har û ew ber bi dolabê ve dikişand. Gelo nêz bibûya yan na? 

Bi tengezariyekê li derdora xwe nihêrî, wê biçûya. Çi dibû bila bibûya. Mêtreyek, sî saniye… Du mêtre, çil saniye… Sê mêtre û tiştek, deqeyekê… Niha tam li ber dolabê bû, destê xwe bir ser qulpa dolabê, deng êdî hêç û dîn bûbû. Tam vedikir ku deng di cîh de qut bû! Îja xof li ser xofê zêde bû. Dengekî din jî ji parra dihat. Zûka li pişta xwe nihêrî. Her derê wî çîk dida. Rûyê xwe qirçimand. Êş û tirs di canê wî de dor li hev digirtin. Lê şiyan nedikir ku rê li ber meraqa xwe bigire. Cardin li dolabê fetilî. Destê xwe danî ser qulpê û hêdîka derê dolabê vekir. Deng tune bû, tu tiştek jî.

Bîlal Ata Aktas 

Xêz: Mustafa Celebî

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :