Kurd’Înalco

Yekem rojnameya kurdî, Kurdistan, sala 1898’an, li derveyî welêt hatibû çapkirin û mişextî ji bo rewşenbîrên kurd her bûbû cîhê sitarê. Piştî cuntaya leşkerî ya li Bakur û Anfala li Başûr, van çil salên dawîn, nifşekî penaberiyê yê daîmî êdî li derveyî welêt peyda bû. Lewre, yên ku pêşiyê hatin li vira bi cîh bûn û milkê xwe li xerîbiyê danîn. Mirov êdî dikare bibêje ku diyasporaya kurdî heye û bûye xwedan taybetmendiyên xweser.

Yên ku li ser têgeha diyasporayê xebitîne pê dizanin. Ji bo ku mirov ji girseyekê re bibêje diyaspora, qutbûyîna ji axê weke pîvanekê ye, lê her weha bêriya welatê ku jê hatiye û cudahiya çand û zimanê welatê nû jî pîvanên din yên sereke ne. Kurdên Ewropayê jî bi van taybetmendiyan ve li van welatên xerîbiyê bi cîh bûne. 

Nifşê pêşîn siyasî bû, di salên 70’yî û 80’yî de hatibû; yê duyem jî siyasî bû lê di nava wî de gellek karker jî hebûn ku di salên 90’î de ref bi ref dihatin Ewropayê; hin jî mîna me ji bo xwendinê hatibûn, lê hemûyan jî mîna pêşiyên xwe milkê xwe li vira danî û kêm kes ji wan karîbûn vegeriyana. Bivê nevê, îroj nifşekî nû ji wan ên pêşîn daketiye, lê pirraniya wan eynî mîna pêşiyên xwe dîsa bi hezkirin û bêrîkirina welatê xwe yê dûr ve mezin bûne. Dem çûn, demsal guherîn, yên mir û yên man, nav û rû guherîn, lê ew hezkirin û bêriya welêt her mîna xwe ma.

Zanîngeha me, INALCO, yanî Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî, zanîngeheke fransî ye ku damezirandina wê diçe sedsala 17’an. Ji sala 1948’an ve ye ku perwerdehiya zimanê kurdî dide. Vî beşê ku bi hewldanên Roger Lescot ve vebûbû, bi dû re bi mamostetî û serkêşiya Kamûran Bedirxan ve mezin bûbû û mamosteyên mîna Joyce Blau, Abdulrahman Qasimlo, Michael Chayet, Christine Allison, Helkewt Hakem û Xusro Abdullahî li vira ders dabûn. Pêşî weke dersên fêrbûyina kurdî bû, lê ji salên 70’yî ve ye ku dersên wêje û dîrok û şaristanî û lêkolînên metnan û berhemên zimanê kurdî jî lê hatin zêdekirin ku beşê kurdolojiyê pê ve ava bû. Di destpêkê de bêtir biyaniyan dixwast perwerdehiya kurdî bistînin û vî beşî zêde bala ciwanên kurd nedikişand, lewre îstihdam û peydakirina karan û bazara wê hema bibêje tunebû. Van pênc şeş salên dawîn, beşê kurdî bêtir bala xwendevanên kurd yên Fransayê dikişîne û hem di hejmarê de û hem jî di warê astê de profîla xwendekarên me guheriye. Cara yekem e ku xwendekarên kurd digihîjin asta master û doktorayê ku ev jî bêguman dê beşê me xurttir bike. Ev deh sal in ku me bi rêya çapemeniya kurdî ve bêtir hewl da ji bo danasîna beşê xwe û me di ber re şagirt û xwendekarên xwe her teşwîq kirin ku li master û doktorayê bifikirin û xwe amadeyî lêkolînan bikin. Weke mînak, heta demeke nêz jî tu gotar an lêkolînên xwendekaran nedihatin çapkirin, lê bi hewldaneke navxweyî ve, bi teşwîqa mamosteyan û dilsoziya xwendekarên me ve, her sal em xebatan bi xwendekaran ve didin kirin, rojên pêşkêşiya xebatan li dar dixin û di kovarên kurdî yên welêt de jî didin çapkirin ku di serî de kovara Wêje û Rexne dihat. Lê belê, ev kovarên me hemû li welêt bûn û xwendekarên me îsal xwast bi xwe jî li biyanistanê kovareke xwendekaran çap bikin û belkî bi vî awayî ve xwe bigihînin pêşiyên xwe yên mîna Mîqdad Mîthet Bedirxan û her weha Abdullah Cewdet yê ku ew jî di Parîsê re derbas bû. Me dil heye ku ji sala pêşiya me û bi şûn de em sempozyûma xebatên kurdolojiyê jî li Parîsê li dar bixin ku bibe karekî salane û her sal xebat û lêkolînên bijarte weke pirtûk werin çapkirin û bikevin nava arşîva Kurdolojiyê.

Parîs, meskenê Kurdan e jî. Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Abdulrahman Qasimlo, Kamuran Bedirxan heta dawiya jiyana xwe li vira jiyane. Tirba van kesayetiyên kurd, ji bilî Kamûran Bedirxan yê ku laşê xwe diyarî tibbê kiribû, mîna gellek rewşenbîrên fransî û ewropî yên din, li goristana Père La Chaise ye. Ma qey ne rast bû ew peyva ku digot « gorên pêşiyên te li ku bin, tu ji wira yî »?

Berî niha bi çend salan, komeleyeke xwendekarên kurd li zanîngeha me vebû, lê paşê ji ber hin sedemên ku bi birêvebiriya zanîngehê re têkildar bûn, xebatên wê berfireh nebûn û rawestiyan. Niha, îsal, xwendekarên me yên jîr bi karekî gellekî rûmetdar ve rabûne û komeleyek bi navê Kurd’Înalco ava kirine û di ber re jî bi karê kovarekê ve dadikevin ku ev jî nîşan dide ka bê xeyalên wan çendî mezin in. Bi keft û left ji bo vê kovarê xebitîne, danasîna wê kirine û xwe gîhandine gellek xwendekarên kurd yên ji derveyî zanîngeha me jî. Me, weke mamosteyê wan, bi tenê ew teşwîq kirin û cesaret da wan û di warê birêvebiriyê de pişta wan girt; wekî din, wan bi xwe hemû kar dan ser milên xwe. Di serî de Firat, Reşo û Sîbel û hemû xwendekarên me yên ku cîh namîne ku ez navên wan yeko yeko bihejmêrim, ji bo me bi tenê navên kesan nînin. Ew her yek çirayek in ji bo siberoja Kurdolojiyê. Ev komele û kovara wê, bi tenê bi keda wan xwendekaran, bi ked û hezkirina wan ve ava dibe û mezin dibe. Welatê dilan, welatê bêriyê, welatê bav û kalan, bêguman dê bi hezkirina wan bihise, dê hembêza xwe ji wan re veke. Yê ku ji bo welatê xwe tiştekî bike, bila jê piştrast be ku welatê wî dê hay ji wî çêbibe.

Di salên 90’î de, li Stenbolê, me jî kar û xebat ji bo kovaran kiriye, lewma em bi heyecana karên bi vî rengî dizanin. Ciwanên wê demê belkî li pey xwenasîn û derbirînê bûn. Yên ku îroj li Parîsa xerîbiyê dijîn ku Victor Hugo û Balzac û Marcel Proust gellekî behsa wê kiriye, dizanin ka gelo çi bar li ser milê wan e û çi cudahiya wan ji nifşê welêt heye. Ev nifşê ku vê kovarê derdixe, êdî berdewamiya dengê xerîbiyê ye. Gava ku mirov bibêje « xerîbî », weke ku me di destpêkê de jî got, tim bêriya welatekî din jî di nava xwe de vedihewîne. 

Rewşenbîrên alman yên ku ji faşîzma Hîtler direviyan, tim bi hêviya vegereke teqez ya welatê xwe ve dijiyan. Lewma, ebeden dev ji bêriya wî welatî bernedan. Diyasporaya Cihûyên ku li seranserê cîhanê belav bûne, du hezar sal bi şûn de jî bêriya welatê xwe neterikand û her ew di dilê xwe de heband. Ev kovar nîşana wê ye ku nifşê nû yê ciwanên kurd yên Ewropayê jî zimanê xwe û welatê xwe û gelê xwe yê mazlûm ji bîr nekiriye. Hêvîdar im ku xerîbî nebe tirba me jî û em bikarin rojekê bi temamî li welatê xwe vegerin. Em ê tim bi wê hêviyê ve bijîn û em ê her bizanin ku dengê me dê ji gellekî dûr ve jî were bihîstin. 

Her hal, her kesî Kurdistanek di dilê xwe de heye; xwendekarên me jî heta wê roja bextewariyê dê dilê xwe bi vê kovara xweşik ve aşt bikin. Lewre, heger mirov li bajar û welatên Ewropayê bijî û hê jî ji Kurdayetiya xwe bi dûr neketibe, ev bi serê xwe ve serkeftineke mezin e û cîhê serbilindiyê ye.

Zanîngeha me, INALCO, bi vî awayî ve, êdî ne bi tenê cîhê perwerdehî û lêkolînên Kurdolojiyê ye, lê her weha cîhê sitara kurdaniyê ye jî. Li vira, me xwe li hevûdu girtiye, li vira em ber dilê xwe xweş dikin, li vira em bi dîtina ciwanên kurd yên dilsoz şa dibin. 

Baweriya me baş bi van ciwanan tê, her yek mîna pizotekî ye, ew dikarin bobelatan jî rakin. Ew ê teqez ji vira û demeke kurt berhemên ewqasî giranbuha jî biafirînin ku demeke dirêj dê behsa wan bibe. Lê, karê wan yê sereke lêkolîn e. Hevçaxên wan yên li welêt ji van derfetan bêpar in, lewma divê ew li ser navê hemû gelê xwe derfeta lêkolînan bi kar bînin û xebatên referans ji siberojê re bihêlin. Mirov diçe, lê nivîs dimîne. Ev kovar jî yekem berhema xwendekarên kurd yên Parîsê ye ku di bin banê komeleya xwendekarên kurd yên Inalcoyê de tê amadekirin. Hêvîdar im ku ev hezkirina wan û dilsoziya wan qet neşikê û her mezintir bibe û ev karê wan yê xweşik û qedirgiran bi dilê gelê me jî be. Kurdistan, dilê xwe veke, zarokên te yên dûr nameyek ji te re nivîsandiye.

Îbrahîm Seydo AYDOGAN

Serokê Beşê Kurdolojiyê li Zanîngeha INALCO’yê

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :