LI SER DÎROKA NAVÇEYA GIRÊ SPΠ(1)

Destpêk

Girê Spî ango bi erebî “Tell Abiyad” bajarekî li Rojavayê Kurdistanê ye. Girê Spî him navê bajêr e û him jî navê navçê ye. Bajarê Girê Spî dikeve rojhilatê bajarê Kobaniyê û rojavayê bajarê Serê Kaniyê. Bajar bi temamî li ser sînora Bakurê Kurdistanê ye û bi deriyê xwe yê sînorê ve navdar e. Girê Spî him herêma Kobaniyê û him herêma Cizîrê digihînê hevûdu. Loma bajar ji bo Kurdan girîngiyeke xwe ya taybet heye.

Tevî ku Kurd navçeya Girê Spî ser bi herêma Kobanê dihesibînin, di sîstema rêvebiriya dewleta Sûriyeyê de, ev navçe ser bi parêzgeha Reqqayê ye û Kobanê jî ser bi parêzgeha Helebê ye. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê (2012) û ragihandina rêvebiriya xweser (Cotmeh 2013) û rizgarkirina bajarê Girê Sipî ji çeteyan (2015), ev navçe bû beşek ji Kantona Kobaniyê ya ku di Çileya 2014 hate damezirandin. Sebeba sereke ya vê biryarê ku rêveberiya xweser standibû, ew pêwendiyên dîrokî û civakî bûn ku di navbera herêmên Kobaniyê û Girê Sipî’yê de hebûn. Ango herêma Girê Sipî çi ji warê dîrokê de û çi jî di warê civakî de bi herêma Kobanê ve girêdayî ye.

Piraniya niştecihên rojava yê bajarê Girê Spî Kurd in, lê di nav bajêr de netewên din jî dijîn ; ji ber vê yekê ye ku bajarê Girê Spî wek Sûriyeke biçûk tê naskirin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkman bi salan in ku jiyaneke hevbeş didomînin. Di avakirina bajarê Girê Spî de, gelê Ermen roleke girîng lîst. Piştî komkujiya ku Îtîhad û Tereqî pêk anî, pêkhateyên Ermen li herêmê bi cîh bûn û ew bûn yek ji aktorên sereke di avakirina bajarê Girê Spî’yê de.

Navçeya Girê Spî gellekî dewlemend e û wekî herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê bi çandinî ve gellek navdar e. Heta salên 80yî, ango beriya miçiqandina piraniya kaniyan, tûrîst û gerrok ji bajarên din yên Sûriyeyê dihatin navçeyê ji bona seyranê û xwe di kaniyan de dişûştin. Tew hîn îro jî hin kanî mane, weke Kaniya Enarûsê û çema Belîx. Peydabûna kanî û çeman hîşt ku navçe bi dar û zeviyên xwe ve navdar be. 

Ji ber dîroka kevn ya navçeyê, Girê Sipî bi deşt û girên xwe navdar e. Navê Girê Sipî ji navê girekî Sipî tê. Li navçeyê girên din jî hene wekî Girê Kesk, Girê Sor û Kopirlik herwiha  cihên dîrokî jî li herêmê hene wekî gundê Xanê.

Di vê nivîsê de emê hewl bidin behsa dîroka navçeya Girê Spî’yê bikin. Ev nivîs dê ji 4 beşan pêk werê. Di beşa yekem de ku em îroj pêşkeşî we dikin, emê behsa dîroka navçeyê ji sedsala 15’an ta dawiya sedsala 19’an bikin . Di beşa Duyem de, emê behsa nişteçiyên herêmê û herwiha diroka navçeyê ji avakirina dewleta Sûriya yê ta derbiya leşgerî ya partiya Baas(1963) bikin . Di beşa sêyem de emê behsa navçiyê bikin ji sala 1963 ta 2011. Di beşa dawiyê de emê behsa Girê Spî’yê ji destpêka şera navxweyî ya sûriya yê ta îro bikin.

Nexşe 1 :Girê Sipî li ser nexşeyê.

  • Girê Sipî ya beriya desthilatdariya Osmaniyan

Navçeya Girê Sipî beşeke ji Kurdistanê ye û di nav herêma Cizîrê de ye ku ev herêm di navbera çemên Firat û Dicleyê de ye. Kurd di vê herêmê de bi hezar salan in jiyan dikin, herwiha çi li herêma Mêrdînê, çi li Cizîra Botanê, çi li Diyarbekir, Wêranşar, Serê Kanî û li Dêrîkê be, Kurd hebûne. Weke ku dîroknasê Ereb Ebû Ûbîd Albikirî(1030-1094) “ أبو عبيد البكري” di pirtûka xwe Almisalek û Mamalek de behs dike : “ Kurd li Hemedan, Azerbeycan, Mûsil, Bîlad şam (sûriya)  û li Çiyayê Cûdî dijîn”. Îbin Erbeşah (1389-1450) dibêje ku Cizîra Rojavayê Kurdistanê beşeke ji axa Kurdan e. Ev nimûneyên dîrokî nîşan didin ku navçeya Girê Sipî warê Kurdan e.  

Weke tê zanîn, di sala 640an de, artêşa Ereban bi serkêşiya Iyad Ibn Ghanîm cara pêşî Kurdistan dagir kir, bi taybetî jî Herêmên Riha û Nisêbînê (ango herêma Cizîrê). Tevî ku ev hewlidana pêşî bû, Kurdan çanda xwe parastin û hewl dan ku ji vê dagirkiriyê xelas bibin. Kurdan hin dewlet damezrandin wekû dewleta Şedadiyan 9511174 û Dewletya Doskiya (984- 1075). Dewleta Merwaniyan-Doskiyan ji sala 984 heta sala 1075 li ser axa Kurdistanê desthilatdar bû û navçeya Girê Sipî girêdayê vê dewletê bû. Zimanê fermî ya vê dewletê Kurdî bû û paytexta dewleta Merwaniyan bajarê Farqînê bû ku niha li Bakurê Kurdistanê ye. Gellek herêm û bajarên Kurdistanê beşek ji desthilatdariya Doskiyan bûn wekî Mêrdîn, Riha, herwiha Cizîra Rojavayê Kurdistanê ; Kobanê û Girê Sipî.

Firehbûna xanedana Merwaniyan

Nexşe 2  : Dewleta merwaniyan

Desthilatdariya Doskiyan nêzikî 100 salan li Kurdistanê berdewam kir. Piştî dawîbûna desthilatdariya Merwaniyan, Kurdistan kete rewşeke tarî. Bi serpereştiya Holago hêzên Mongol herêma Cizîrê bi temamî wêran kirin. Dîroknas Îbn Eşîr ku ew bi xwe ji Cizîra Botanê ye behsa vê dagirkeriyê dike û dibêje “ min gellek sal hewl dan van bûyerên tarî ji bîr bikim ‘’ û di pirtûka xwe de behsa wêrankirina herêmên Kurdan yên ji Cizîrê heta Diyarbekirê dike. Em dikarin şîrove bikin ku navçeya Girê Sipî ji Herran û Rihayê ne dûr e û ew jî di van demên tarî re derbas bûye. Kurdistan careke din bû qurbaniya êrîşên Mongolan; bi serpereştiya Tîmûrlengî, Mongolan bajarên wekî Diyarbekir, Cizîra Botan û Mêrdînê bi temamî wêran kirin. Bendavên avê yên li ser ava Xabûrê û yên li ser çemê Firatê ku di dema Sasaniyan û Romanan de hatibûn avakirin; ew bendav bi temamî hatin rûxandin û ev yek bû sedem ku aboriyên herêmên di navbera çemê Firat û Dîcleyê de ziyanên mezin bibînin . Vê rewşê wiha berdewam kir heta dagirkirina Osmaniyan ku êdî qonaxeke nû derxist holê.

  • Desthilata Osmaniyan li Kurdistanê û Mîrîtiyên Kurdan

Dewleta Osmanî sala 1514an cara pêşî beşeke mezin ji axa Kurdistanê dagir kir û hêdî hêdî gellek herêmên din yên Kurdistanê kirin bin dagirkeriya xwe. Piştî dagirkirina Kurdistanê bi 2 salan, artêşa Osmanî êrîşî Mamalûkan kir, di şerê Merc Dabiqê de (24 tebaxê 1516) bi ser ket û beşeke ji erdê Sûriya îro, tevlî axa dewleta xwe kir. Bi dû re, di sala 1517an de, Osmaniyan bajar û gundewarên Suruçê (Riha) dagir kirin, ev jî tê wê wateyê ku di vê dîrokê de navçeya Girê Sipî jî ketiye bin destê Osmaniyan.   

Tevî ku Kurdistan kete bin destê desthilatdariya Osmaniyan, mîrên Kurdan rêkeftinek bi Osmaniyan re îmze kirin. Ev rêkeftin bi navê Peymana Îdrîsî Bîdlîsî tê naskirin. Ev rêkeftin hîşt ku Sultan otonomiyeke mezin bide mîrên Kurdistanê, wekî mîrê Botanê, mîrê Hekariyê, mîrê Badînanê û hwd . Tevî ku herêmên bin destê mîrîtiyên Milan de ne beşeke ji vê peymanê bû ; mîrê Milan xwedî bandoreke mezin bû û ev mîrîtî hêdî hêdî ber bi otonomiyê ve jî diçû. Di sedsala 18an de  gellek navçe û herêm bin destê Kurdên Milî de bû, wekî Diyarbekir, Wêranşar û hema hemû herêma Rojava yê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê .  Ango Navçeya Girê Sipî bin kontrola kurdên Milî de bû.

Li Kurdistanê konfêdêraliya eşîra Milan ku ji Kurd, Yêzîdî û Xeristiyanan pêk dihat, xwedî bandor bû. Di pirtûka xwe de, Mark Skyes behsa eşîrên Kurdan dike, herwiha behsa Kurdên Milî jî dike. Ew dibêje ku Kurdên Milî ji 44 beşan pêk tên û li herêma navbera çemê Firat û Xabûrê, herwiha li Belixê ( ango li navçeya Girê Sipî) dijîn. Kurdên Milî digihîştin heta bajarê Reqqayê. Piştî sala 1711ê, Kurdên Milî (Dînan; Hesenan; Bîdanan) di bajarê Reqqayê de cîwar bûn . Kurdên Milî roleke girîng lîstin di avakirina Reqqa û gundewarên wê de. Kurdên Milî bi serkêşiya Keleş (Teymûr Paşa ), li Herêmê xwedî bandor bûn. Di sala 1779an de, Sultanê Osmanî serokên eşîrên bihêz vexwandine Stembolê û ew kirine paşa. Yek ji van serokên eşîran, Teymûr Begê Milan bû. Tevî ku pêdiviyên Osmaniyan bi Milan re hebûn, wan ji Serokê Milan Teymûr Paşa razî nebû. Loma Osmaniyan, desthilatiya Teymûr, di sala 1781ê de, rûxand û şûna wî Îbrahim Paşa (Birayê Teymûr)  kire serokê Milan . Lê Îbrahim Paşa ne xwedî hêz bû wekî Teymûr Paşa.

              Nexşe 3 : Rojhilata çemê Feradê û Girê Sipî cih û warên Mîritiya Millan bû (1647)

Di dawiya sedsala 18yan de, Kurdên Milî bihêztir bûn. Wekî ku dîroknasê Sûrî “Abdil Qadir Eyaş  behs dike : “Teymûr Paşa, eyaletên ji Helep û Reqqayê heta Diyarbekirê kontrol dikir. Sultanê Osmaniyan borîna Teymûr Paşa qebûl kir û di sala 1800î de, Teymûr Paşayê Milî bû waliyê bajarê Reqqayê . Osmaniyan bi hêza Kurdên Milî bawerî dikirin ; ji ber ku dixwastin aramiyê li herêmê çêbikin. Li ser bajarên Sûriyê wê demê êrîş çêdibûn, yên ku êrîş dikirin pirtir eşîrên Ereb bûn (bi taybetî eşîra Şemer Tey) yên ku li Dêrezorê bi cih bûbûn . Herêmen ji çema Girata û Belîxê (Girê Sipî) heta çemê Xabûrê di bin hikma Milan de bû. Rola Milan bona parastina vê herêmê berdewam  kir heta sedsala 20an.

  • Tanzîmat û hatina Ereban ber bi  herêmê ve

Di sedsala 19an de gellek guhartin di nav dewleta Osmanî de û di Kurdistanê de qewimîn. Dewleta Osmanî dest bi rêformên berfireh kir. Di 1839an de, bi şêwazeke fermî dewleta Osmanî rêformên “tanzîmatê ” ragihand . Lê beriya ragihandina van rêforman bi 8 salan û piştî êrîşên Fermandarê Hêzên Misrî, Ibrahim  Mohmed Ali Paşa,  dewleta osmanî hewl da ku herêma Riha  û Reqqayê bi şêwazeke raste-rast kontrol bike . Di heman demê de, Mehemedê duyem di sala 1830yan de artêşa xwe şande Kurdistanê ku mîritiyên Kurdan ji holê rake û herwiha sîstemeke navendî ava bike . Gellek  mîrîtiyên Kurdistanê hate rûxandin ji haliyê artêşa Osmanî ve. Mîrîtiya Botanê berxwadaneke mezin li hemberê Osmaniyan kir. Lê di sala 1847 an de mîrîtiya Bedirxanan bi dawî bû .

Nexşe 4 : Nexşiya Mîrîtiyên li Kurdistanê (1835)

Di  şerê navbera  artêşa Misrê ya bi Serkêşiya Îbrahîm Mohmed Ali Paşa û hêzên Osmaniyan de (1831-1833), paşayê Milan Eyûb Beg tevî Têmawî Beg piştgiriya Hêzên Misrî kirin. Paşayên Milan hewl dan ku siyaseteke taybet ava bikin û bi temamî xwe ji Osmaniyan rizgar bikin . Piştî vekişîna artêşa Misrê, kuştina Têmawî Beg û destpêka rêformên tanzîmatê, Osmaniyan hewl dan ku herêmên din jî kontrol bikin. Bêhêzbûna Kurdên Milî hîşt ku Eşîrên Ereban Tey û Şemer hewl bidin herêmê ji bin kontrola Milan derxînin . Gellek gundên Kurdan hatin talankirin. 

Pişti van bûyeran, dewleta Osmanî careke din dest bi kontrolkirina wîlayeta Helepê  û ya Şamê kir. Di sala 1835an de, Yekem Qereqol li Dêrezorê hate avakirin û di sala 1854an de Osmaniyan sanceqa Dêrezorê ava kir û qezaya Reqqayê tevî sanceqa Dêrezorê kir. Tevî van guhartinên li herêmê û êrîşên Tey û Şemer, paşayê nû  yê Milan, Mehmûd Beg, tola Kurdan hilanî  û herêmên xwe ji Ereban rizgar kir .

Di pêvajoya rêforma dewleta Osmanî de, desthilatdariya vê dewletê hewl da eşîran bisikîne. Di 1868an de hikumeta Sehrayê ya Eraban  hate ragihandin ji aliyê Ardalan Paşa ve . Wî hewl da ku eşîrên Ereb weke Şemir û Eneza bi cih bike . Piştî ku herêm careke din kete bin desthilatdariya Osmaniyan, ango sala 1885an, wîlayeta Reqqayê careke din tevî wilayeta Helepê kir. Wîlayeta Reqqayê ji Cizîrê qetandin. Di vê demê de qereqol zêde bûn. Ev qereqol ji bo “ewlikariyê û berhevkirina wêrgî û bacê” hatine avakirin .

  • Sedsala 19an û bicihkirina Ereban li başurê navçeya Girê Sipî

Weku me dît navçeya Girê Sipî herdem bin bandora Kurdan de bûye. Herwiha bicihkirina pêkhateyên Ereb li herêma Girê Sipî nû ye. Di sedsala 17an de çend eşîrên Ereb weke Tay ( beşeke ji Ednaniyan)  ji Erebistana Seûdî hatin û li herêma Dêrezorê û li başûra Hessekê bi cih bûn . Herwiha eşîrên Efadla,  Bagara û Egêdatanê ji Erebistanê hatin û li Dêrezorê jî bi cih bûn. Di ser riya xwe de eşira Eneza bajar talan kirin . Di sedsala 19an de, piştî şoreşa wihabiyan li Erebistana Siûdî,  eşîrên ereb koçbira herêmê rojhilatê Firat û Cizîrê bûn  . Di sedsala 19an de, cara pêşî eşîrên Ereb Feedan û Walida li derdora çemê Belîx û Bozaniyê (Eyn Îsê) bi cih bûn . Lê beriya vê dîrokê hîn eşirên Ereban li navçeya Girê Sipî bi cih nebûbûn.  Di destpêka sala 1880yan de, koçerên Ereb dest bi kontrolkirina erdên ber çemê Bilîxê kirin, ev kontrol bi giştî li herêma Bozaniyê (Eyn Îsa) fireh bû . Cîwarkirina (sédentarisation) Eraban ya li ser çemê Firat û Belixê di sadsala 20an de dest pê kir û eşîra Feedan li ser çemê Belîxê bi cih bûn.

Tevî ku Ereb hatin vê herêmê, Kurdên Berazî ji cihê xwe neleqiyan û li devera ji Rojavayê Girê Sipî heta Kobaniyê, jiyana xwe berdewan dikirin. Lê belê, erdê ji Rojavayê Girê Sipî heta Serê Kaniyê, hêdî hêdî ji bin bandora Kurdên Milî derdiket.  Di pirtûka bi navê “Kurdên Sûriyê” de, kurdologê navdar Pierre Rondot lêkolîn kiriye li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê. Pierre Rondot gellek salan li Sûriyê jiyan kiriye, serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li Şamê rewşenbîrên Kurd wekî Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan nas kirine. Birêz Randot, di pirtûka xwe de, behsa herêmên Kurd yên li Sûriyê dike, wekî Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Kurmênc, herwiha behsa  wan Kurdan dike ku li derdora çemê Firatê dijîn . Rondot  bi taybetî behsa Kobanê, « Ereb Pinar », dike. Herwiha, ew di lêkolînên xwe de behsa wan Kurdên Milî dike ku li derdora Serê Kaniyê dijîn .  Lê di pirtûka xwe de dema besha herêma navbera çemê Firatê û Belixê dike, ti agahiyan nade me li ser hebûna Kurdên Milî.  Ew behsa eşîra Berazan dike û dibêje ku konfêderaliya Berazan di sedsala 17an de li herêmê bi cîh bûne . Piştî êrîşa eşîrên  Ereban, Kurdên Milî li navçeya Girê Sipî kêm dibin û herwiha Kurdên Berazan xwe li Rojavaya Girê Sipî  diparêzin û bi hêz dibin. 

Baker Alkurdo

Çavkanî

Azad Ehmed Elî, Rola siyayasî ya Ibrahim paşa yê Milî li Rojava yê Kurdistanê û li Bakurê şamê  (2010) http://www.webchinupload.com/f/2013-02/1134747377ibrahim.pdf 

Ehmed Mîrza, Famous Leaders that conquest Kurdistan  » (Kurd regions)   أشهر قادة فتح كوردستان في العصر الإسلامي الأول

David McDowall, A Modern History of the Kurds, Al-Farabi, 2004,


Hamit Bozarslan : Histoire de la Turquie de l’empire à nos jours, Texto, 2013

Elî Efîfî Eli Ghazî, stratêjiya Mehmed Elî li Cizîrê û li îraqê, 2016 , الجزيرة العربية والعراق في استراتيجية محمد علي


Memed Amin zekî  Dîroka kurd û kurdistanê, 2009 خلاصة تاريخ الكرد وكردستان « محمد أمين زكي 

Mohamed Jamal  Barout, À conetempory history of the syrian Jazeerah : challenges of Urban transaction for nomadic communities; Arab center for Resarch and policy studies, 2013

Mûhsin Seyda ,Kurdên cizîrê di çavkaniya eraban û misilman de , أكراد الجزيرة في المصادر العربية الإسلامية https://www.medaratkurd.com/2016/06/أكراد-الجزيرة-في-المصادر-العربية-الإس/

Myriam Ababsa” Raqqa, territoires et pratiques sociales d’une ville syrienne “ Myriam Ababsa ” Presses de l’Ifpo 2009.  

Stefan WINTER,  Les Kurdes de Syrie dans les archives ottomanes (XVIIIe siècle) “ études kurdes”, 2009 

Pierre Rondot, Les kurdes de Syrie, 1939


Sabri Cigerli, Les kurdes et leur histoire, L’Harmattan,1999

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :