Mafê jîyanê û mafê mirinê

../../Justice-Photo.jpg

Mafê jiyanê mafekî esasî ye û dewlet mesûliyeta vî mafî hildigirin. Lê wekî X. Bioy dibêje, gerek mirov nefikire ku heger mafê jiyanê hebe, hingê mafê mirinê jî heye. Ne wezîfeya dewletê ye ku mirinê hêsan bike, yan jî alîkariya xelkê bike da ku xwe bikujin. Li Frensayê, heya sala 1981ê, îdam cezayê herî mezin bû ji cerîmeyên herî giran re. Ew hat qedexekirin bi qanûna 9.10.1981. Îro, benda jimare 66-1 ji destûra frensî dibêje : « hukma îdamê li tu kesî nayê birrîn ». Lê belê zêdetirî 50 dewlet hê jî idamê bi kar tînin. Di nav wan de, tenê du sê dewletên pêşketî hene weke Japonya û Emêrîkayê. Werhasil, benda jimare 2 ji Peymana Ewrûpayê ya Mafên Mirovan (European Convention on Human Rights) îdamê sûcdar nake, û dibêje ku dadgeh dikarin îdamê bi lêv bikin li dijî kesekî/ê heger qanûna hundirîn destûrê bide. Divê mirov ecêb nemîne ji vê bendê, ji ber ku wexta ev peyman hat nivîsandin û qebûlkirin di sala 1950yan de, dewletên ku ew îmze kirin îdam bi kar dianîn. Lê di sala 1983yan de, protokoleke ku îdamê qedexe dike li Peymanê hate zêdekirin.

Îro, gellek nîqaş li dora mijara îdamê hene. Kesên li dij dibêjin tu îstîsna ji mafê jîyanê re tune ye, û çênabe jîyana insanekî/ê di destê insanekî/ê din de be. Lê kesên ku pê re, difikirin ku wexta curmekî digihêje astekê ku dihêle civak di xeterê de be, îcar îdam dibe mafekî kolektîf ji bo parastina gel. Li Frensayê, mirov nikare qerarê bide ji bo mirina insanekî/ê din. Gelo mirov dikare li ser mirina xwe qerarê bide ?

Li gorî ferhenga tibê, otenazî, yan jî « mirina bêazar », ew kiryar û fîîl e ku mirovek ji ber êşa xwe û ji ber nebûna tedawiyê, hez bike xwe bide kuştinê. Ew mirov dikare bi dû awayî otenazî pêk bîne : yan dermanekî dixwe ji bo ku pê bimire (otenaziya aktîf), yan jî dermanên xwe disekinîne ji bo mirin ji ber xwe ve were (otenaziya pasîf). 

Di sala 2002yan de, qanûneke li ser mafên kesên nexweş derket ku serhişkiya dermankirinê bi dawî tîne. Bi vî awayî, çêdibe ku mirov dev ji wan nexweşan berde ku çareya nexweşiya wan tunne; yan jî nebin sedem ku nexweş bi awayekî ne xwezayî (yên ku canê wan dimire lê mêjiya wan sax e) sax bimînin. Qanûna bi navê « Léonetti » ya 22.04.2005 tiştê nû jî tîne. Ev qanûn tedawiya bereday qedexe dike, çimkî tedawiya bereday tenê nahêle ku mêjiyê mirov bimire. Herweha, heger kesekî nexweş bizane ku tu carî sax nabe, ew dikare qerarê bide ku dermanê xwe bisekinîne. Lê beriya ku bisekinîne, divê tixtor bi xweşkayî jê re bibêje çi encam li dû hene. Bi dû re, ev qanûn dibêje çi kesê/a ku emrê wî/ê bi ser 18 salî be, dikare daxwaziyên xwe binivîsîne heger rojekê ji roja ew nema bikare bi yên dora xwe re bide û bistîne.

Qanûna frensî bêdeng e li ser xwekuştinê. Tiştê ku mirov dizane ew e ku xwekuştin ne çalakiyek e ku mirov bikare hukmê lê bike. Bi tenê dahfdana xwekuştinê qedexe ye. Dadgêr daxûyanî dikin ku xwekuştin azadîyeke şexsî ye, lê ne maf e. Ev tunebûna qaîdeyê pirsgirêkan çêdike. Em dikarin behsa merseleya birêz Koch û jina wî bikin. Wan îzin xwestibûn ji bona bikarin dermanekî bistînin ku Madame Koch xwe pê bikuje. Lê îzin nedan wan. Îca wan ev qerar şermezar kirin û piştî hingê, Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan ferz kir li ser dewleta almanî ku vê qerarê şîrove bike û sebeba nedana îznê ji bo xwekuştinê bide xûyakirin.

Ji bo em vê gotarê bi dawî bînin, em dikarin behsa Kurdan bikin. Kurd bê dewlet in ; ji ber vê yekê, ew di bin destê Turkiye, Iraq, Sûrî, û Iranê de ne, û wekî hemwelatiyên van dewletan, gerek di rêza qanûna wan de bin. Lê belê ji roja Şoreşê dest pê kirî û vir ve, rewşa Kurdên Rojava cuda ye. Wan şer kir, û bi alîkariya hevkarên xwe ve, xwe bi rêk xistin ji bona bi ser bikevin û bibin gelekî azad. Di vê çarçoveyê de, peymana civakî ya Federasyona Demokratîk ya Suriyeya Bakur ku armanca wê serxwebûn e, hat nivîsandin. Ev peyman bêdeng e ji aliyê « mafê mirinê » ve. Lê mirov dikare ji bendên 20 û 21an fêm bike ku ev peyman girêdayî ye bi azadîyên gelemperî û mafên esasî, ku di lihevkirinên navnetewî de ne.

Her çiqas qanûn herdem ne zelal be, divê dadgêr roj bi roj pirsgirêkên hesas çareser bikin, wekî mesela Vincent Lambert. Wî qezayek derbas kiribû û ev bûye 10 sal ku ew di rewşeke nebatî de ye. Li alîyekî, dê û bavê wî dibêjin ku dermana bisekinînin, û li aliyekî din jî, jina wî dibêje ew xweser e û gerek bihêlin ku mêrê wê bi rehetî bimire.

Heger ev mijar hevqasî hesas e, sebeb ew e ku mirin fikreke kûr e di wijdanê mirovî de. Lê bêguman heqê her kesî ye ku di rewşeke birûmet de bimire.

Slava Sheikmous

Parîs, Pantehon, Sorbonne

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :