Mem û Zîn

Hevdîtina Mem û Zînê ya di zindanê de û mirina Memê

Destpêk

Li gorî lêkolîneran sala bûyina Ehmedê Xanî li gorî teqwîma Hîcrî sala 1061 e, û li gorî teqwîma mîladî jî sala 1651 e. Xanî, li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1706an de li Bazîdê çûye ser dilovaniya Xwedê. Tê gotin ku ew demeke dirêj li Cizîra Botanê jiyaye, ji ber wê yekê ye ku ew urf, adet û şiklê jiyana Botanîyan baş nas kiriye. Ew li welatên hawîrdor jî xwendina xwe bi pêş ve dibe û diçe Bexda, Şam û Helebê û li medreseyên Îranê xwendina xwe didomîne. Ehmedê Xanî xwe di beşên astronomî, felsefî û fîlolojî de jî pêş ve dibe. Ji ber ku wî li ser felsefeya olan xwendibû û perwerdeya xwe di medreseyan de dest pê kiribû, di pîrtûka Aqîdeya îmanê de li ser ola Îslamê dinivîse. Ji bo ku zarokên Kurdan perwerde bike, wî medreseyek vekiriye û di wê medreseyê de ders daye rokan. Dr. Nûredîn Zaza jî di kovara Hawarê de qal dike ku perwerdeya zarokan ji bo Ehmedê Xanî gellek bi qîmet bûye û wî her tim şîret li zarokên kurd kirine ku ew ji heval û malbatên xwe hez bikin da ku ew hînî hezkirina dayika me tevan « Kurdistanê » bibin. Wî ji bo perwerdeya zarokan « Nûbihara Bîçukan » nivîsiye ku ew pirtûk di şiklê ferhengeke zarokan de hatiye nivîsîn ku zarokên Kurd zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin.

Zimanê Kurdî ji bo Ehmedê Xanî gellekî bi qîmet bû. Lwere em dizanin ku wî emrê xwe li ber nivîsandina Mem û Zîn’ê  derbas kiriye. Di demeke wisa de ku piraniya nivîskaran bi zimanê farisî, erebî yan jî osmanî dinivîsandin, Xanî xwest bi qelema xwe zimanê Kurdî bîne asta zimanen edebî yên wê demê. Wî xwest evîna Mem û Zînê ji bo danasîna gelê Kurd bi kar bîne, di rûpela 80î de Xanî dibêje:

« Şerha xemê dil bikim fesane

Zînê û Memê bikim behane »

Di vê rezikê de xuya dibe ku hîn li dunyayê konsepta netewperestiyê tunebû ku Ehmedê Xanî çarçoveya netewekîê ji Kurdan re çêdikir û xweseriya wan hevî dikir. Ehmedê Xanî vê yekê dîsa bi van gotinan tîne zimên :

« Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmanc-i di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm »

Mirov dikarê vê efsaneya ku ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin, weke romana yekem a Kurdî jî bihesibîne. Romannivîsê Kurd Ibrahîm Seydo, yekemîn kes e ku di nivîsên xwe de behsa vê yekê dike. Tespîta wî ew e ku di Mem û Zîn’ê de jî wekî romanan, gellek kes û bûyer hene ku ev yek, nasnameya romanê dide Mem û Zîn’ê. Ev berhem çîroka evîna di navbera du kesan de ye ku Ehmedê Xanî herdu şexsên sereke yên çîrokê, bi xweşikiyeke bêhempa tîne zimên. Ew herdu kes di Newrozê de li rastê hev tên ku ew her dû jî xwe bi şiklê zayenda din xemilandine û çerr ku hevûdu dibînin, dil dikevin hev. Xwişka Zînê, Sitî û hevalê Mem, Tajdîn jî di heman demê de dil dikevin hev. Zîn û Sitî xwişkên Mîrê Botan in. Li gorî urf û adetên Kurdan, du keçikên heman malê nikarin di heman demê de ji malekê derbikevin. Ji ber wê yekê ye ku Mem dorê dide Tajdîn. Mîr bi zewaça Tajdîn û Sitî qayîl dibe. Lê bekotiyên Beko (Bekir) dibin sersebebên negihîştina Mem û Zînê. Beko bi fen û fiêlan, Memî li ber çavên Mîrê Botanê reş dike, Mem dikeve xefka ku Bekirî lê vedaye. Mem evîna xwe ya ji bo Zînê di nav civata Mîr de tîne zimên û Mîr emr dide ku Mem bikeve zindanê.

Hevdîtina Mem û Zînê ya Zindanê

Gava ku Mîr banga Zînê dike û poşmaniya xwe ya li hemberî Memî tîne zimên, destûrê jî dide ku ew di zindanê de Memî bibîne; Zînê xwe dixemilîne bo dîtina Memî. Beriya ku Zîn bigihije zindanê, Ehmedê Xanî rewşa Memê ku di zindanê de ye, wiha tîne zimên;

« Fanosa qefesa laşe wî bêronayî maye û vemiriye

Gulistana bedena bê av maye, ziwa bûye û gemiriye »

Di wê demê de her çiqas ‘’Daye’’ û ‘’Sitî’’ bi Memî re diaxifin jî ruh di laşe Memî de naxûyê. Le bêle bi hatina Zînê ve, ruh dikeve laşê Memî û çend peyvan ji hev re dibêjin ku Ehmedê Xanî wê guftugoyê wiha şîrove kiriye;

Teksta orjînal:

« Wan teşnelebêd-î bêtekelluf

Wan soxiteêd-î bêteserruf

ev reng dikirin bi yek ve suhbet

Lêk erz dikirin kemalê ulfet »

Teksta Mehmet E. Bozarslanî:

Wan lêvziwayên ku di peyvan da zehmet nedikişandin

Wan dilşewitîyen ku peyvên xwe nedievişandin

Bi vî awayî hevpeyvîn dikirin bi hev ra

Hogirîya xwe ya temam peşkêş dikirin ji hev ra.

Yanî Ehmedê Xanî dixwaze nîşan bide ku Mem û Zîn jî ne ew kesên nezan in, lê ew mirovên ji malbatên mezin in û herwiha bi huner û m’arîfet in.

Teksta orjînal:

« Weqtê ku memê bihîstin ev pend ev renge he go ewê hunermend »

Teksta Mehmet E. Bozarslan:

Dema memê bihîstin ev şîret weha got ewê hunermend ê bixîret.

Berdawamiya Evîna Mem û Zînê

Piştî hevpeyvîna wan herdu dildaran û sergermiya ew xizmetkar, Daye û Sitî yên ku sermest dibin bi vê hevpeyvînê, ew şîretan li Mêmî dikin ku Mem rabe û bigihije evînê. Lê belê gotina pêşî ya Mem wiha ye:

« Ez naçime hezreta çu mîran

Ez nabime bendeê esîran »

Mirov fahm dike ku baweriya Memî li hemberî mîr şikestiye û Ehmedê Xanî herwiha xwestiye vê evînê bikişîne asteke din, Xanî dixwaze bide fahm kirin ku ev evîn nema evîneke ji rêze, lê belê evîneke bêdawî ye. Mirov dikare qiyasa vê, bi mala Xwedê re bike ku li gorî dînê îslamê, evîna li hember Xwedê jî evîneke bêdawî ye. Em dizanin ku Ehmedê Xanî mirovekî bawermend e û xwestiye vê evîne jî bike evîneke xwedayî.

« Ew Memê ku di xelwetxaneyê da ketibû badetê

Rabû ji nû ve ji bo tewafê,bi wê nîyetê »

Di vir de Xanî Zînê şibandiye mala Xwedê, yanî Kabeyê, Mem jî şibandiye heciyekî ku mala Xwedê tewaf dike. Bi vî awayî, Ehmedê Xanî berdewamiya evînekê peş dike ku ne di bin destûra mîr, lê di bin rexma Xwedê de bibe.

Taybetmendiya vê Bêşê

Ev beş, bi gellek tiştan ve taybet e ku yek ji wan taybetiyan jî ew e ku gellek bûyerên esas di vê beşê de cih digirin. Berî her tiştî Xanî, Memê evîndar di ve beşê de digihîjîne cem herdu evîndarên wî : Xwedê û Zîn. Xanî rêya ku diçe ba evîna Xwedê, ji evîna Zînê re derbas kiriye ku hetanî ku Mem Zînê nebîne, ruh ji laşê wî nakişe. Bi şiklekî din, em dikarin bibêjin ku Mem li benda Zînê maye ku jê xatir bixwaze û piştre biçe ba Xwedê .

Taybendmendiyeke din jî ew e ku Xanî xwestiye vê beşê bi taybetî weke wane û dersekê di medreseyê de nîşan bide, ji ber ku di vê beşê de mirina Memî heye, ew naxwaze di çavên xwendekaran de Memî bi ebedî bikujê. Lewma mirov dikare bibêje ku Mem û Zîn di asta romanekê de ye .Em dizanin ku Xanî bawermend e, lê gelo ne mumkun e ku Xanî dînê weke amûrekê bi kar anîbe? Divê mirov ji bîr neke ku li gorî wê demê, dîn di nav civatê de cihekî mezin digirt.

Encam

Bi giştî mirov dikare bibêje ku Ehmede Xanî di Mem û Zîn’ê de gellek peyam dane ku yek ji wan jî hevdîtina evîndaran ya roja Newrozê ye. Di heman demê de mirov dikare vê jî bibîne ku Xanî wezîrtî qebûl nekiriye û ji ber wê yekê jî bawêriya xwe ya li hember mîr dişkîne. Li gorî Xanî mezinek tenê heye û ew jî Xwedê ye. Ji ber vê yekê ye ku Xanî evînê dikişîne asteke din û digihîne cem Xwedê. Dawiya Mem û Zîn’ ê li gorî pirraniya xwendekar, lêkolîner û nivîskaran weke trajediyekê tê hesibandin, lê em nizanin bê gelo bi rastî jî trajedî ye yan na. Ji ber ku Xanî evîndaran bi ebedî nakuje û tu car jî peyva mirinê bi kar nayne û ew her tim diçin mala Xwedê.

« Xwedê ji bo me, zarûken bihiştê û horî

Xemilandine di baxçeyê bihiştê da, li wî jorî »

Li gorî van herdu rêzikên jorê, em dikarin bibêjin ku mirin dibe berdewamiya evîna Memî û ya Zînê. Peyva mirinê tenê ji bo Bekirê xirab tê bikaranîn.

Welê dixûyê ku Xanî dixwaze bêhna xwendekaran derxe bi kuştina Beko; lê belê Xaniyê ku bawermend bû, çawa dikare peyama tolhildanê bide xwendekaran bi kuştina Beko, bi destê Tajdîn ? Ji ber ku li gorî olan, tenê Xwedê rih û canî dide û tenê ew dikare dîsa wî canî bistîne.

Welê dixûyê ku Xanî dixwaze bêhna xwendekaran fireh bike, loma bi destê Tacdîn, Bekoyê ewan dide kuştin. Lê di vê qonaxê de pirsek di hişê mirovan de çêdibe: Ma ne li gorî dînê îslamê, yê ku rihê mirovan distîne, tenê Xwedê ye ? Gelo Xaniyê ku bawermend bû, çawa dikare peyama tolhildanê bide xwendekarên xwe ?

                                                                                       Mûsa ANTER

                                                                                       INALCO / Beşa Kurdî- sala 3yem.

Çavkanî

Pirtûk

Mem û Zîn a Ehmedê xanî

Wergêrê tîpên Latînî û Kurdistanîya xwerû M. Emîn Bozarslan û peşgotina wî

• Mem et Zîn de Ehmedê Xani

Traduit et annoté par Sandrine Alexie et Akif Hasan

• Nûbar Ehmedê Xanî

Gotar

• La prose et le roman en Kurde kurmandji Ibrahim Seydo Aydogan

Internet

http://www.institutKurde.org/bibliotheque/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Ehmedê_Xanî

http://www.universalis.fr/encyclopedie/guebres/

http://islamfrance.free.fr/doc/coran/sourate/18.html

http://www.cais-soas.com/CAIS/Literature/Shahnameh/afrasiyab.htm

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :