NAVÊ WELATÊ TE ÇI YE ?

Destpêk

Di nav firehiya cîhanê de, ewqas êl, ol, eşîr, millet û netew hene, ewqas cûdahiyên din hene, çi di milê kultûrî be, çi ramyarî be û çi jî siyasî be. Vêca, li ser axa Rojhilata Navîn, ev cudahî zêdetir dibin û cudahî bi xwe re nakokiyan tînin. Di proje û fikrên xelk û partiyên rojhilatî de, pir caran nakokiyên sivik û carina giran dertên holê. Armanca vê nivîsê jî ew e ku yek ji mezintirîn pirsên nakokiyan eyan bike; ev pirs, pirsa erd û sînora ye. Ev kûrte-lêkolîna han berê xwe dide sînorên daxwazkirî yên van çar welatan: Iran, Iraq, Tirkî û Sûrî. Di nav van çar welatan de netewa herî mezin Ereb in loma em ê bi « sînor û erdê » Ereban dest pê bikin. 

Sînorên Ereban

Welatê Ereban an jî wekî Ereb dibêjin “El- Watan El-Erebî” weke têgeheke erdnigarî tê naskirin; ev têgeha netewî li ser ziman, ax, dîrok û kultûreke hevbeş hatiye avakirin. Li gorî texmînên sala 2018yan, hejmara hemwelatiyan, bêhtirî 430 milyon nefer e. Firehiya erdê 13,152,650 metrekare ye. Ji bêhtirî sed salî heta roja îro behsa welatekî ereb tê kirin, welatekî wisa ku xwedî alayek, pereyek, siyasetek û bêgûman artêşek tenê be. Sînorên wî welatê ku di xewnên Ereban de hatiye çandin ew sînor in ku ji alî rojava, ji deryaya Atlantîkê dest pê dike, ji aliyê rojhilat jî xwe digihîne heta deryaya Ereban (Xelîca Ereban /Golfe arabique). Û ji aliyê bakur ji çiyayê Torosan dest pê dike diçe ber bi başûr heta Sûdanê. Ereb xwedî encûmana (yekitiya) dewletên erebî ne; lê belê ev projeya sînorên erebî yên li jorê diyarkirî, tenê ji aliyê netewperestên Ereb ve tên pejirandin.

Une image contenant texte, carte  Description générée automatiquement

  Beşek ji netewperestên ereb hene ku vê projeya “El Watan el Erebiye” qebûl nakin. Bo mînak, Entwan Saadê ku li Sûrî serokê partiya El Qewmî El Surî El Îctîmaî( الحزب القومي السوري الاجتماعي)  ye û serokê partiyeke wisa ye ku li Sûrî û Libnanê bi awayekî fermî karê rêxistinê dike; ew serok û partiya wî xwedî îdealeke cuda ne; li gorî wî netewa wan  “neteweke Sûrî ye”, ne erebî ye; lê bi zimanê erebî diaxivin, daxwaza Dewleta Gelê Suriyê dikin ku jê re dibêjin “Suriya El Tabiaaya”, yanî “Sûriya Sirûştî”.

Sînorên Tirkan

Wekî Ereban, Tirk jî, ji sînorên xwe yên heyî ne razî ne. Tirk xwediyê dewleta Osmanî bûn û piraniya herêmên Rojhilata Navîn 400 sal bi rê ve birin. Hikma Osmaniyan piştî Şerê Cîhanî yê Yekem li Rojhilata Navîn nema, lê di sala 1923an de bi peymana Lozanê bûn xwedî erdên firehtir ji peymana Sevres’ê. Ji dema avakirina Komara Tirkiyê heta îro sînorên vî welatî wekî xwe neman; di sala 1939an de, Tirkan herêma Antîoşê (Liwa El Iskenderon) kirin bin hikma rêveberiya xwe. Rêvebirên Surî hîn îro jî dibêjin ew parêzgeha me ya 15an bû, loma Antîoşê wekî axa xwe dihesibînin. Dewleta Tirk, di sala 1974 an de ket Qibrisê; ji wê çaxê heta îro Tirk ji 35 ser sedî, axa Qibrisê dagîr kirin û li wir Komara Qibrisa Bakur ava kirin ku ev komareke li ser kaxezê ye û sedî sed girêdayî Tirkiyê ye. 

Une image contenant texte, carte  Description générée automatiquement

Piştî şerê Sûriyê, gellek nexşe bi riya çapemeniya Tirkan hatin belavkirin, di wan nexşeyan de Heleb, Musil, Hewlêr û Kerkûk wekî axa Tirkan tên nîşandan. Ev nexşeya Tirkan li gorî hevpeymaniya millî (AHD-I MILLI) ji aliyê meclîsa Ataturk ya Enqereyê ve di sala 1920 an de hatibû çêkirin. 

Sînorên Farisan

Netewa farisan niha dewleta Iranê bi rê ve dibe, tevî kû pirsgirêk di navbera xelkên Iranê de wek cîranên xwe tûne ne (ji ber ku navê Iranê ne tenê navê qewmekî ye), heta niha ne Kurd, ne Belûş û ne jî Erebên Ehwazî bi rasterats gihane çarenûsa xwe. Xwediyê Îranê xelkê faris e, xelkên din wekî welatiyên mêvan in di nav wî welatî de. Faris ku pêşengiya împaratoriya Persî kiribûn, îro dibêjin em ê erdê bav û kalên xwe bi dest xin. Loma Îran îro li Sûriyê û li gelek deverên din şer dike. Projeya rejîma Îranê ku împaratoriyê pirtir li pey yekitiya şîîyan e, ji xwe re wekî armanc  “El Hilal El Şîî” hilbijartine, ev proje Sûrî û Libnanê dixe nava axa Îranê. 

Sînorên Ermenan

Ermen xwedî împaratoriyên mezin bûn di dîroka kevnare de. Lê piştî hatina Mongol û Tirkan desthilatiya wan têk çû. Nexşeya li jêrê beşek ji axa Împaratoriya Ermenan bû ku serokê wan Tîgran ew dewlet wisa mezin kiribû. Herwiha ev nexşeya li jêrê, li gorî peymana Sevres’ê dê bibûya erdê Ermenan; lê artêşa Kazim Karabekirê destebirakê Ataturk, guh neda peymana Sevrês’ê û êrîşî van erdan kir ku di taliyê de van erdan kir beşek ji axa Komara Tirkiyê. Ev îdeala Ermenan, li gorî ku ew dibêjin, projeya Ermenistana mezin nehatiye bicihkirin; tenê beşê rojhilat yê ku îro axa Komara Ermenistanê ye di bin hikma Ermenan de ye. Ermen dibêjin ev erdên han li gorî peymana Sevres’ê heqê me ye; û di vê nexşeyê de herwiha Çiyayê Ararat û Gola Wanê jî dikeve nav nexşeya Ermenistana mezin.

 

Sînorên Kurdan 

Kurd ji welatê xwe re dibêjin “Kurdistan”, ew welat di fikr, mêjî û rama Kurdan de heye. Kurd mezintirîn netew in di rojhilata navîn de ku bê dewlet in. Tenê ji sala 1991ê vir ve, Kurd  li bakurê Iraqê rêveberiyeke xweser ji xwe re ava kirine ku jê re dibêjin “Başûr” û ji 2012an vir ve jî li bakurê Sûriyê herêmeke xweser ava kirine ku jê re dibêjin “Rojava”. Lê sînorên Kurdistanê di mêjiyê Kurdan de 4 perçeyan dihewîne: Bakurê Sûriyê, Bakurê Iraqê, Rojavayê Iranê û Başûr-Rojhilatê Tirkiyê.   Une image contenant texte, carte

Description générée automatiquement

 Li gorî nexşeya Kurdistana Mezin, Amed paytext e û her çar parçeyên Kurdistanê di nav Kurdistana Mezin de ne. Ango, Amed him dibe bajarê Ermen, Sûrî û Tirkan, him dibe paytexta Kurdan; Gola Wanê û Çiyayê Araratê geh ya Ermen û Tirkan e; geh ya Kurdan e û nave wan dibin behra Wanê û Çiyayê Agirî, Musil û Kerkûk him dibin erdê Ereb û Tirkmenan; him erdê Kurdan; herwiha Faris û Azerî dibêjin “Urmiyê, Sine û Kermenşan yê me ne”, Kurd dibejin “ev bajar axa bav û kalên me ne”. Lê ji xeynî van cihên ku hejmareke mezin Kurd lê dijîn; hin cih hene ku gelek kêm Kurd lê hene lê dîsa ew cih jî li gorî nexşeya Kurdan dikevin nav axa Kurdistanê wekî Antîoş û beşek ji Edenê.

        Encam

 Her netewekê ji xwe re nexşeyek ava kiriye û sifeta “mezin”ê lê kiriye. Em dinihêrin armancên weke Ermenistana Mezin, Kurdistana Mezin, Erebistana Mezin hene, û dewletên serdest yên wekî  Îran û Tirkiya jî hewl didin ku her û her axa xwe mezintir bikin. Vêca, ji nav van projan, em bêjin kesek ji bajarê Wanê be û jê bê pirsin ka bê ew ji kû derê ye; gelo wê ew kes çawa navekî li welatê xwe ke? Eger ku ew kes kurd be, dê bêje ku ew ji Kurdistanê ye; eger Aşûrî be wê bêje ku ew ji Sûrî ye; heger Ermen be, dê bêje ku ew ji Ermenistanê ye;  ji xwe ku Tirk be, wê rastexo bêje : “welatê min Tirkiya ye!”. Di vir de, ji me re tê xuyakirin ku şerekî nasnemayî heye. Ev şerê nasnameyê li ser navê bajaran jî xuya dibe; bo mînak navê “Wan”ê li cem Tirkan “Van” e. Gûhertina navan, li cem Ereb û Farisan jî heye, Ereb ji xelîca ber Kuweytê re dibêjin, Xelîc el Erebî; Faris dibêjin “Xelîcê Farisî”. 

 Husên KOBANÊ

Lebanese University / Political Science

INALCO/ Beşa Kurdî

ÇAVKANÎ

1Azad Elî – Komara rohilatê feratê

2 Ehmed El- Zawitî (Dewlet navbera Kurdistan û başûrê Sûdanê) 

أحمد الزاويتي الدولة بين كوردستان وجنوب السودان: من واقع تجربة صحفية

3 Entiwan Saada, her deh MOHADERE 

انطوان سعادة، المحضرات العشر 

4 Taj mohamed Brisiîk – Netewan Beloşî تاج محمد بريسسيك ، القومية البلوشية

http://studies.aljazeera.net/ar/bookrevision/2013/09/20139257395486584.html

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :