Ji nifşa yekemîn heta nifşa pêncemîn
Rojbûna nifşa pêncemîn 5G êdî nêzik dibe. Roj bi roj li ser rojname û torên civakî nûçeyên nû ku didin xûyakirin ku êdî avabûna nifşa pêncemîn a tora înternetê 5G nêzîk dibe. Ev tor berdewamiya tecrûbeyên şirketên weke Nokia, Iphone, Huawei, Samsung’ê ne ku çar nifşên beriya 5Gyê çêkiribûn. Di vê nivîsarê de, em ê kurte-agahiyan bidin ji bo danasîna 5 nifşên têlêkomînîkasyonê ku di van çend salên dawî de di warê telekomunîkasyonê de şoreşek çêkirin û jiyana mirovan ya li erdê guhertin.
■ Torên nifşa yekemîn 1G:
Ev tor di dawiya salên 90î de hat avakirin. Ew sîstema pêwendiya yekem bû ku yê bi dengê analogê weşan dikir, û piştî çend salan hinek telefonên destan dikarîbûn sêrvîsa danûstendinê (service des données mobiles) bikar bînin piştî girêdanya wê bi serverê kompyoterê re DIAL UP, lê ev têkiliya han pir hêdî bû û ne stabl bû.
■ Torên nifşa duyemîn 2G:
Nifşa duyemîn yê ji torên ragihandinê yên wirelessê ku ew sîstemên dengên dîjîtal in, di salên 90’î de derketin û şûna telefonên analog girtin; ew li ser têknîka TDMA, CDMA dişûxulîn û di destpêkê de li welatên Ewropayê belav bûn. Piştre sîstema GSM’yê li ser TDMA ‘yê dişuxulî ku li hemû cîhanê bû sîstema giştî. Herweha, torên danûstendinê yên EDGE, GPRS, IS-95B lê hatin zêdekirin. Hinek dibêjin ew teknîkên 2,5G’yê bûn yên ku derfet dan ku em bigihên bigîhijin înternêtê; lê leza wê derdora 200KB/S’ê bû; ango pir hêdî bû.
■ Torên nifşa sêyemîn 3G:
Ev nifşa sêyem, di destpêka sedsala nû de hat pêkanîn, taybetmendiya nifşên sêyemîn ew e ku gihîştina înternetê li cem wan bi leztir e heta 1MO/S’ê, û têknîkên ku 3G li ser dişuxile 2 ne :
● WCDMA ji bo GSM
● HSDPA, CDMA2000 ji bo torên ku bi sîstema CDMA’yê dixebitin.
Ev her du teknîkana, teknîkên herî berfireh bûn li cîhanê, di salên 2000’î de.
■ Torên nifşa çaremîn 4G:
Ev torên han piştî pêşxistina standardên torên 2G û 3G’yê hatin avakirin. 4G bi têkiliyên pêşketî yên navnetewî (communications avancées internationals), IMT ADVENCED ve tê çêkirin, lê belê 4G gotineke pir fireh e û dikare standarta ji derveyî têkiliyên bilind yên navnetewî jî bike.
Li vir 4G servîsên transfer yên deng, wêne, mulimêdiya li ser bingeha dem û qadê (temps et espace) pêk tîne û vê yekê ji nifşên berê bileztir pêk tîne.
4G li ser sê têknîkan dixebite :
● Torên nifşa çaremîn bi teknîka HSPA’yê
● Torên nifşa çaremîn bi teknîka WIMAX’ê
● Torên nifşa çaremîn bi teknîka LTE’ê
■ Torên nifşa pêncemîn, 5G:
Heta îro, ev peyv li ser rûpel, proje û lêkolînan de tê bikaranîn ji bo bidin xûyakirin ku ev nav dê bibe navê wê torê ku têkiliyên wê yên mobîlê ji standardên 4G’yê pêşketîtir in.
Ji bo amadekirina vê tora 5G’yê, gellek tecrûbe û zanebûn divên; loma şîrketên pispor ji bo xatirê vê torê, lêkolînan bi kesên zane didin kirin.
Bi hêviya ku 5G bikaribe lezên superhero’yan (vitesses de super-héros) bikar bîne, di ceribandinekê de li Zanîngeha Surry’yê ya li Brîtanyayê, tîmekî lêkolîneran gîhane leza 1TB/S’ê, ev leza han bi hezar caran ji lezên torên niha mezintir e, û hêviya tîmê ew bû ku xelk di sala 2018an de êdî bikaribe li vê lezê înternetê bi kar bînin; ceribandineke şirketa Samsung’ê jî xwe gihand leza Zanîngeha Surry’yê. Ev herdu ceribandin didin xûyakirin ku em ê di saniyakê de bikarin fîlmeke bi mezinahiya 4GB’ê daxînin.
Li gorî lêkolîneran, bi torên 5G yên pêşketî re ku lezên xwe digihên 800 GB/S’ê, mirovek dê bikaribe 33 fîlmên bi qelîteyeke bilind di saniyakê de daxîne.
Amadekar: Welîd H. Xelîl