Tekrar di Kurdî de

  1. Kurte

Di vê gotarê de em ê li peyvên tekrarî binerin, wekî kêm kêm, zêde zêde. Axêverên her zimanekî peyvên tekrarî wekî amûrekê ji bo konseptên taybetî bi kar tînin. Ji bo mînak dixwazin wateya zêdebûnê li ser peyvekê bixin, înca peyvekê din ku şikilê wê wekî peyva bingehîn ye lê zêde dikin, wekî rengaw reng (yenî pir reng bûn). Em ê li ser peyvên tekrarî li gorî pêkhateya şikilî û wateyîya wan lêbikolin û di dawiyê de bibînin ku peyvên tekrarî di kurdî de ji bo derbirînê konseptên pir-reng ji aliyê axêveran ve tên bi kar anîn.

2. Pêşgotin 

Tekrar (reduplication) pêvajoyeke zimanî ye ku tê de parçeyek an hemû peyv dubare dibe, wekî kim kim, şax-û dax (çiya û tiştên wekî çiya). Di tekrarê de peyveke bingehîn (base) heye wekî kim û şax di peyvên jor de ku li gorî axêverên zimanê wê bi giştî yan parçeyek ji wê dubare dikin, ke wate, li şax-û dax, dax bi ketina fonemê [ş] a şax u cîhgîrkirina wê bi fonemê [d] hatiye çê kirin. Li gorî watenasiyê (semantic) jî dax me’na xwe tune an wateya xwe ji şax distîne ku li Soranî me’na çiya dide. Pêvajoya tekrar him li gori wate hem li gorî şikil (morphology) tê çê kirin, ke wate, du peyvên ku tên bikaranîn divê li gorî şikil nizîkî hev bin û li gorî watenasiyê jî wateya wan di warekî de cîh bigire. Mesela, kim li kim kim wateya xwe sedîsed mîna peyva tekrarî ye. Li gorî şikil, tekrar dabeş dibe û dibe du parçe (Moravsick 1978): Tekrara tam (total reduplication) û  tekrara parçeyî (partial reduplication). Di tekrara tam de peyvek bi giştî dubare dibe, wekî car car (carînan), letlet (parçe parçe). Lê di tekrara parçeyî de beşek ji peyvê bingehîn tê dubarekirin, mesela kitêb mitêb. Herweha, ligorî wê ku peyva tekrarbuyî, i.e. mitêb, berî peyva bingehîn bê an piştî wê, em termên tekrara pêşîn (wekî qirmû qaḷ) û tekrara paşîn (wekî şax-û dax) bi kar tên. 

Di vê gotarê de em ê bi kurtî li peyvên tekrarî di kurdî de binerin. Mînakên ku me anîne bêtir li kurdiya soranî û hendik jî kurdiya jêrîn in. Em ê li xebatê hevberdarê Moravsick (1978) wekî çavkanî binerin û li gorî wê li peyvên tekrariya kurdî binerin. Berî ku em li tekrara di kurdî de binihêrin, lazim e em bibêjin ku di hemû zimanan de, tekrar weke pêvajo tê bikaranîn. Mesela di zimanê îngilîzî de mirov dikare bêje “He is very very talented.” Û di latînî de quis bi wateya “kî”; lê peyva tekrariya wê quisquis bi wateya herkes” bi kar tê.

3. Pêkhateya şikiliya tekrarî di Kurdî de

Wekî me got tekrar dikare li gorî şikilê bibe du beş: tekrara tam û tekrara parçeyî. Lê herdu jî dikarin bibin çend cûr. Mirov dikare bibêje tekrara tam di soranî de dibe tekrara tam ya nezêdekirî, tekrara tam ya navendî, û tekrara tam ya dawîyî. Herwiha tekrara parçeyî dikare bibe tekrara parçeyî ya pêşîn û tekrara parçeyî ya paşîn. Em ê di dewama gotara xwe de li wan binerin.

3.1 Tekrara tam ya nezêdekirî 

Di tekrara tam ya nezêdekirî de peyveke bi giştî dîsa tê gotin, wekî: 

– car car (carînan) 

– birre birre (kêm kêm)

– an jî bi kurmancî: hêdî hêdî, giran giran

3.2 Tekrara tam ya navendî

Di vê pêvajoyê de qertafeke yan daçekeke di navbera peyva bingehîn û peyva tekrarbuyî de bi cîh dibe, wekî:

– şele şel (wekî însanek şel meşîn)

– xawe xaw (tembelbûn)

– saḷ ne saḷ (tiştekî ku salek heye lê sala piştî wê tune ye)

– piştaw pişt (çend nifş piştî hev)

– lîpaw lîp (heya dawî tije bûn)

3.3 Tekrara tam ya dawîyî

Di vê pêvajoyê de qertafek ji peyva tekrarbûyî zêde dibe, wekî:

– xiz xizekanî (şemitandin)

– baz bazan (meşîna bi bezê)

– qoç qoçanî (gava bizin bi qiloçên xwe li hev dixin)

3.4 Tekrara parçeyî ya pêşîn

Li vir, peyva tekrarbûyî ya parçeyî berî peyva bingehîn tê, mînak:

qirm û qaḷ (qîrandinê bê sûd)

tep û toz (toz û xubar)

kit û kwêr (wekî kûr) (bi kurmancî jî heye : kût û kûr/kor)

keyn û beyn (têkilî)

3.5 Tekrarê parçeyî ya paşîn

Di vê pêvajoyê de, peyva tekrarbuyî ya parçeyî piştî peyva bingehîn tê, mînak:

let û pet (palax)

şax û dax (çiya û tiştên wekî çiya)

qaḷ û qûl (qalkirina zêde)

pan û por (berfirehbûneke zêde)

4. Pêkhateya wateyî ya tekrarê  di kurdî de

Ligori Moravcsik (1978) wateyên peyvên tekrarî di li hemî zimanan de wekî hev in. Li gorî watenasiyê, di pêkhateya tekrarê de çar konsept hene: zêdekirin (augmentation); kêmkirin (diminution); bihêzkirin (intensification), û lawazkirin (attenuation). Di zêdekirinê de peyva tekrarbûyî wateya zêdebûnê li peyva bingehîn zêde dike, wekî rengaw reng (gellek reng). Ji aliyekî din ve, di kêmkirinê de peyva tekrarî wateyeke ji peyva bingehîn kêmtir dide, di mînaka  bikrê nekrê (bivê nevê, bikî nekî, çêbibe çênebe) de wateya peyva tekrarî çendaniyeke ji bikrê kêmtir digîhîjîne. 

Di bihêzkirinê de, wateya peyva tekrarî bandoreke mezintir ji peyva bingehîn nîşan dide: mesela zor zor (gellek gellek), an bi înglîzî very very. Ber e’ksê wê, lawazkirin heye ku tê de peyva tekrarî bandoreke kêmtir ji peyva bingehîn nîşan dide, wekî kêm kêm, hêdî hêdî. Kajitani (2005) jî li ser vê mijarê xebitiye û bawer e ku li gorî vê konseptê, di zimanên cîhanê de peyvên tekrarî yên zêdekirinê ji yên kêmkirinê pirtir tên bikaranîn. Herwiha yên bihêzkirinê jî ji yên lawazkirinê pirtir tên bikaranîn. Em ê li jêr ji bo van konseptên wateyî yên tekrarê mînakan bidin.

1) Zêdekirin

– tişt mişt

– maḷ û haḷ

– piştaw pişt

– saḷ be saḷ

2) Bihêzkirin

– her hac (gellek qerebalix)

– tirse tirs (tirseke mezin)

– pan û por (gellek birfireh)

– naḷe naḷ (naleyeke zêde)

– lîpaw lîp (heya dawî tijebûn)

3) Kêmkirin

– bitwê netewê (heger bixwazî an na)

– bikrê nekrê (bivê nevê, bikî nekî, çêbibe çênebe)

4) Lawazkirin

– birre birre (kêm kêm)

– hêdî hêdî

– şila şil (nerm nerm)

5. Encam

Di vê gotarê de me bi kurtî li peyvên tekrarî yên bi kurdî niherî. Me analîza xwe li gorî pêkhateya şiklî û pêkhateya wateyî ya peyvên tekrarî çêkir. Li gorî şikilî, me dît ku peyvên tekrarî dibin du beş : tam û parçeyî û her yek ji wan jî dibin çend cor. Li gorî wateyî jî mirov dikare bêje ku bi kurdî jî peyvên tekrarî bêtir ji bo derbirîna konseptên zêdekirin û bihêzkirinê bi kar tên.

Mesûd Mihemmedîrad

              Zanîngeha Parîsa 3an

Çavkanî

Şerefkendi, Ebdolrehman (Hejar). 1989. Henbane Borîne: Ferhenga Kurdî- Farisî. Tehran: Sorûş

Kajitani, M. 2005. Semantic properties of reduplication among the world’s languages, LSO working papers in linguistics, proceedings of WIGL, vol. 5, pp. 93-106.

Moravcsik, E. 1978. Reduplicative Constructions. in J. h. Greenberg (ed.) Universals of human language. Stanford. pp: 297-334. 

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :