TEVLIHEVIYA « KA » Û « KU » YÊ DI RÊZIMANA SAMI TAN DE

Destpêk

  Rêzimana Kurmancî ya Samî Tan yek ji wan rêzimanên kêmpeyda ye ku bi tenê bi kurdî hatine nivîsîn[1]. Herwiha, heta niha, birêz Tan rêzimana xwe nedaye wernegerandinê ser zimanê tirkî ku ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Keda sala ye, xebateke pîroz e ; jixwe ev nivîsa me jî, bi niyeta pakkirin û çêtirkirina vê rêzimanê hatiye nivîsîn. Li ser rêzimana kurdî, ji berê ve, gelek nîqaş çêbûne ; her yek fikira xwe gotiye û ev nîqaş yan jî « pevçûnên rêzimanî » welê kirine ku hin mijarên rêzimana kurdî zelaltir bibin. Ev nivîs jî nîqaşeke biçûk e li ser mijareke rêzimanî. Mijara me li ser gihanekên « ku » û « ka » yê ye, em ê binêrin bê ka ev du gihanek di rêzimana kurmancî ya Samî Tan de çawa hatine bikaranîn. Li ser vê mijarê xebatên Aydogan (2015) ev meseleya gihanekan têra xwe zelal kiriye û nîşan daye bê « ku » û « ka » çawa, çima û kengî tên bikaranîn. Lewre, ev nivîs behsa tiştekî nû nake; mebesta vê nivîsê tenê sererastkirina xetayeke « biçûk » e ku di rêzimana Tan (2015) de hatiye dîtin.

Hevokên Hevedûdanî yên bi Gihaneka “ku” û “ka”yê  (TAN 2015)

  Tan (2015) diyar dike ku « li gel hevokên lêkerên mîna « zanîn », « lê nihêrtin », « bal dan », « lê temaşe kirin »ê li cihê gihaneka « ku »yê cînavka pirsyarî « ka » wekî gihanek tê bikaranîn[2]. (r.350) Lê êceb e ku birêz Tan gava li ser vê yekê mînakan dide, gihaneka « ka » yê bikar nayîne :

*Ez dizanim ku tu yê çi bibêjî.

*Ez dizanim ku tu çi dibêjî.

*Ez dizanim ku te çi got.

*Ez dizanim ku te çi gotiye. (r.350)

  Mirov pêşî dibêje qey ev xetayeke bêhemdî ye ; qey gava ku li ser komputerê nivîsandine, xwe şaş kirine[3], çûnkî ferqa « ku » û « ka » yê tenê herfekî ye. Lê heman xeta li mînakên pey re jî dubare dibe. Loma mirov ji wir şûn de nikare bibêje ku ev xetayeke nivîsandinê ye. Em ê niha hewl bidin bê çima bi kurdî, hevokên li jêrê yên li milê çepê ku Tan (2015) di rêzimana xwe de dane, li gorî esasên rêzimana Kurdî ne rast in. Hevokên li aliyê rastê jî, bi raya me, hevokên rast in ku li gorî bingeh û qaîdeyên rêzimana kurdî hatine çêkirin.         

 Tan (2015)                                                      Kurdiya Resen                                            

*Min dizanî ku te yê çi bigota .                     Min dizanî ka te yê çi bigota.                 

*Min dizanî ku tu yê çi bibêjî.                       Min dizanî ka tu yê çi bibêjî.

*Min dizanî ku tu çi dibêjî.                           Min dizanî ka tu çi dibêjî.

*Min dizanî ku te çi got.                                Min dizanî ka te çi got.

*Min dizanî ku te çi gotiye.                           Min dizanî ka te çi gotiye.

*Min dizanî ku te çi gotibû[4].                        Min dizanî ka te çi gotibû.

   Gihaneka « ku » ji bo çêkirina hevokên hevedûdanî gelek tê bikaranîn, lê ev gihanek li dû xwe nikare agahiyeke neteqez qebûl bike, nikare hevokeke pêreyî hilgire ku tê de pirsek hebe[5]. Yanî mirov nikare bêje « ez dizanim ku tu çi dibêjî » ; ji ber ku hevoka pêreyî ya « tu çi dibêjî » hevokeke pêreyî ya pirsê ye[6]. Herwiha bi fransî û îngilîzî jî mirov nikare li dû « que » û « that » ê ku heman karê « ku » ya kurmancî dikin, mirov nikare li pey wan hevokeke pêreyî ya pirsê deyne ; bo mînak, ne pêkan e ku mirov bi fransî û îngilîzî hevokên wiha çêbike : « Je vois que tu dis quoi [7]» yan jî « I see that what you say ». Ji ber vê yekê, tevî mînakên li jorê, mînaka « Min fehm kir ku ew ê çi bike »(Tan r.351) jî, bi raya me, ne li gorî qaîdeyên rêzimana kurdî ye. Ji ber ku di wê hevoka hevedûdanî de, « ew ê çi bike » pirsê dihewîne ; zimanzan ji hevoka pêreyî ya « ew ê çi bike » re, dibêjin hevoka pêreyî ya temamker a pirsê. Mirov hevokên wisa nikare bi xêra gihaneka « ku » yê, bi hevoka esasî ve girê bide. Wekî ku Aydogan (2013) diyar dike « gihanekên eslî yên hevokên pêreyî yên pirsê « bê » û « ka » ne ku ev her du gihanek bi serê xwe ve jî bi hev re jî dikarin bên bikaranîn ». Ji ber vê yekê, divê mirov yan bêje « min fehm kir bê ew ê çi bike » yan jî « min fehm kir bê ka ew ê çi bike[8] ».

  Herçî zimanê devkî ye, mirov dikare gelek caran « ka » yê jî « ku » yê jî bavêje, qet bi kar neyîne. Em li mînakên li jêrê mêze bikin :

 Devkî                                                                         Nivîskî

Min fehm kir wî çima wisa kir…     Min fehm kir bê ka wî çima wisa kir…

Dizanim perê te tune ye, tu feqîr î.       Dizanim ku perê te tune ye û tu feqîr î.

Nizanim kê ev kerîtî kiriye !                Nizanim bê ka kê ev kerîtî kiriye !

Wekî hûn jî dizanin, mirov di jiyana ro-bi-royî de hevokên bi vî rengî gelek dibihîze. Wekî li jorê jî kifş e, tu carî mirov nikare di dewsa « ka » yê de « ku » binivîse. Yanî îmkana hevokeke bi vî rengî tunne : “Nizanim ku çi bêjim!” û jixwe gava mirov bala xwe bide zimanê devkî , ne pekan e ku mirov hevokeke wiha  bibihîze. Ev hevok divê bibe, “Nizanim ka çi bêjim !”. Mirov dikare her du gihanekan jî nenivîse, cihê wan vala bihêle wekî di zimanê devkî de “Nizanim çi bêjim!”.

Çima « ku » û « ka » nikarin bikevin dewsa hevûdu ?

Ev tabloya li jêrê mijara vê nivîsê gelek zelaltir dike ; gava ku di kurdî de « ku » dibe « ka »; di fransî de jî “que” dibe “ce que”. Mirov nikare « ku » yê di dewsa « ka »yê de bi kar bîne, herwiha bi fransî jî mirov nikare « que » yê di dewsa « ce que »yê de bi kar bîne. Wekî ku di tabloyê de xuya dike, rêzimana kurmancî û fransî ne dûrî hev in ; lê gramera tirkî anegorî gramera kurmancî û fransî, xwedî gramereke gelek têkel e ; çûnkî hevoksaziya tirkî berovajiya kurmancî û fransî ye. Tiştê ku bi kurmancî û fransî di destpêkê de tê gotin, di tirkî de di dawiyê de tê gotin. Jixwe di tirkî de ne gihaneka « ka » heye, ne jî « ku »[9]; di dewsa wan gihanekan de, tirkî « dig »ê bi kar tîne. Ev « dig » qertafa « isim-fiil »(navdêr-lêker) an e û dikeve dewsa gihanekan, û wekî ku em dibînin ev qertaf di tirkî de di her du mînakan de wekî xwe dimîne. Dibe ku sedema xetayên bi vî rengî yên di axaftin û nivîsandina kurdî de, ji ber te’sîra tirkî be.

KurdîFransîTirkî
Ez dizanim ku tu betilî yî.Je sais que tu es fatigué.Yorgun oldugunu biliyorum.
Fehm nakim ka çi dibêje!Je ne comprends pas ce qu’il dit !Onun ne soyledigini anlamiyorum. 
Dizanim ka tu çi dikî.Je sais ce que tu fais.Ne yaptigini biliyorum.

Wekî ku em bi xêra van mînakan dibînin, « ku »ya kurmancî û « que » ya fransî eynî karî dikin ; jixwe ev gihaneka han di gellek zimanên hîndo-ewropî de jî eynî ye.

Wate û bikaranîna gihaneka « ka » yê di zimanê devkî de Ü Di kitêban de

Beriya ku em weke gihanekekê li « ka » yê binerin, divê pêşî em bizanin bê « ka » bi tena serê xwe bi çi wateyê tê bikaranîn. Bi kurmancî, « ka » dikare bikeve şûna “li ku ye”. Bo mînak; yekî dibêje –Qelema te di çentê de ye ! yê din dibêje – Ka !?.  Herwiha di dewsa ku em bêjin « Dayê telefona min li ku ye! », em dikarin bêjin « Dayê ka telefona min ! ». Ev heman wate, bi peyva « kanî » jî çêdibe ; bo mînak « kanî soza te dayî ! », jixwe « kanî» jî bi raya me, formeke « ka » yê ye. Xulase, di zimanê devkî de « ka » bi tena serê xwe jî tê bikaranîn, û divê mirov dêhna xwe bidê bê ev « ka » di çi rewşî de tê bikaranîn. Rewşa ku me bi van mînakan peyda kir, teqez dike ku « ka » bi eslê xwe peyveke pirsê ye.

Ka em binêrin bê di pirtûkên kurdî de gihaneka « ka » yê li ku derê û bi çi qeydî tê bikaranîn :

Êdî baş dizanî [10] bêçaretî û bêhêzî çi ye. (r.62, Menaf Osman 2013)

Ew notên di nav kevanê de hatine nivîsandin, ez nizanim ka gelo ên xwediyê raporê ne yan ên wergerê ingilîziyê ne. (Avci, 1997)

Em nizanin ka ew mirovekî çawan bû. (Cewerî, 1998)

Wekî di van mînakan de xuya dike, nivîskarên kurd jî “ka” yê bi kar tînin, lê yên ku di dewsa « ka »yê de « ku »yê bi kar tînin jî mixabin ne kêm in.

ENCAM

Li gorî Samî Tan, guherîna “ku » û « ka » yê girêdayî lihevkirina dema ye; ev fikira me ji van hevokên rêzdar Tan peyda bûn ku wî di rêzimana xwe de nivîsandine: “Heke gihanek wekî “ku” bimîne, gava ku lêkera bingehîn biguhere jî, têkiliya deman naguhere. (……) Gava ku gihanek bibe “ka” û îcar di ware ahengan deman de rewşeke wiha derdikeve hole: ….[11](r.351) Lê wekî me diyar kir, bikaranîna gîhanekên “ku” û “ka” yê ne girêdayî dema ye; xebitandina wan girêdayî celebên hevokên pêreyî ye. Heke hevoka pêreyî ya temamker, erênî û neyînî be, hingê gihaneka “ku” tê; lê ku hevoka pêreyî yê temamker pirsyarî be hingê “ka” tê. Yanî terciha « ku » û « ka » yê ne li gorî deman lê li gorî « wateya » hevokên pêreyî diguhere. Me ji bo zelalkirina mijarê di nav çend pirtûkan de li gihaneka « ka »yê geriya ; herwiha me di nivîsa xwe de berê xwe da rêzimanên zimanên din, weke rêzimana fransî û ya îngilîzi û me diyar kir ku bi wan zimanan jî ferqa van du gihanekan kifş e. Me danberheveke bi tirkî jî çêkir ku em fehm bikin bê ka çima em « ku » û «ka» yê nav hev dixin û çima ji van du gihanekan meyla hinek nivîskaran li ser bikaranîna « ku »yê ye.

Firat BARAN

Mastira Kurdî, Sala 2ya

INALCO

ÇAVKANÎ

Avci, Ziya (wergêr), Çend belgeyên wezareta kar û barên derve ya Brîtanyayê li ser Kurdan r.3 çira sal 3 hejmar 9, Swêd, 1997.

Aydogan, Îbrahîm, Guman 1, Diyarbekr, Lîs, 2013, 368r.

Cewerî, Firat, LI MALA MÎR CELADET ALÎ BEDIR-XAN, Stocholm, Nûdem, 1998.

GREVISSE, Maurice et GOOSSE, André. Nouvelle grammaire française : corrigé des applications. De Boeck Supérieur, 1989.

HUDDLESTON, Rodnry et PULLUM, Geqffrry. The Cambridge grammar of the English language. Zeitschrift für Anglistik und Amerikanistik, 2005, vol. 53, no 2, p. 193-194.

Tan, Samî, Rêzimana Kurmancî, Stenbol, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2015, 432r.


Jêrenot

[1] Baran Bahoz jî yek ji wan rêzimanzana ye ku pirtûka xwe bi kurdî nivîsandine.

[2] Ev qaîde ne xelet e lê kêm e. Ji ber ku em bi kurdî bi lêkera « zanîn »ê him dikarin gihaneka « ku »yê bikar bînin him jî dikarin gihaneka « ka »yê bi kar bînin. Her tişt girêdayî naveroka wê hevoka pêreyî ye ku piştî hevoka esasî tê. Heke di nav hevoka pêreyî de kêmasiya agahiyê (manque d’information) tunne be yanî pirsek tê de tunne be ; wê gavê em dikarin « ku »yê  bi kar bînin ; heke hebe « ka » tê bikaranîn. Bo mînak :

 -ez dizanim ku tu yê herî  – ez dizanim ka tu yê çi bibêjî.  

Bi lêkerên din re, « lê temaşe kirin », « lê nihêrtin »û  « bal dan » mirov nikare heman tiştî bike. Lê mirov dîsa dikare gihaneka « ku » yê bi van lêkeran re bi kar bîne. Wekî « min bala xwe dayê ku li min hêrs nebe ». Di vê hevokê de « ku » formeke « da ku »‘yê ye û armanca lêkerê dide diyarkirin.

[3] Xetayê kompîturê yê teqez, bi me, ev hevok e  : “Me bala xwe bidayê ka wî yê çi bikara »(r.351, Tan 2015), em bawer dikin ku mebesta mînakê « bikira » ye.

[4] Ev mînak li ser rûpela 350 yê ne.

[5] Hevokên pêreyî yên ku li dû « ku » yê tên, tenê hevokên pêreyî yên temamker ên erênî û neyînî ne. Mînak : Dibînim ku xwîn ketiye çavê te. Dibînim ku birîna te sax nebûye. 

[6] Bi fransî jê re dibêjin : Proposition Subordonnée Complétive Interrogative.

[7] Ez fehm dikim ku tu çi dibêjî.

[8] Mirov dikare herwiha van koma gihanekan jî bikar bîne : « Bê ka hela », « bê gelo », « ka gelo » û hwd.

[9] “Ki” heye, lê ew jî ji farisî tê. Mirov dikare bêje “biliyorum ki yorgunsun “ (dizanim ku tu westiyayî), lê tirk vê forma han her tim nikarin bi kar bînin. Bo mînak, nikarin bêjin “biliyorum ki ne soyluyorsun”(dizanim bê tu çi dibêjî).  

[10] Ev «  » jî hevalê « ka »yê ye, mirov dikare yekî bixe dewsa yekî din, yan jî her duyan bi hev re bi kar bîne.

[11] Tan (2015) wiha dibêje : “Bi hevokên bingehîn “em bala xwe bidinê ka” re ev demên ku me li jorê rêzkirine (dema bê, dema niha, dema boriya dûdar) tên bikaranîn. Demên mayî (dema boriya têdeyî, dema boriya bedrest, çîrokiya dema boriya têdeyî, çîrokiya dema boriya dûdar) nayên bikaranîn.” Yanî li gorî Tan(2015) piştî “em bala xwe bidinê ka” yê, mirov nikare lêkerekê bîne ku li gorî « çîrokiya dema boriya têdeyî » hatibe kişandin.   Ango mirov nikare bêje  « em bala xwe bidinê ka wê çi gotibû ». Bi raya me mirov dikare, lewre me çîrokek çêkir ku em di konteksteke zelal de nîşan bidin ku -berovajî tiştê ku Tan (2015) dibêje- mirov piştî hevokeke bingehîn weke “em bala xwe bidinê ka” dikare bi lêkerekê li gorî “çîrokiya dema boriya têdeyî” bikşîne. Karsazê qurre serxweş bû, li ber xwe mêze nekir û taliya talî erebe li diwarekî xist; karsazê min û te bi giranî birîndar bû. Ew birin nexweşxaneyê, hevalê wî hat, wî ji hevalê xwe re got: “min ji te re çi gotibû?  Îca xwînerên hêja em bala xwe bidinê ka 10 sal beriya vê bûyerê, karsazê qurre ji hevalê xwe re çi gotibû : « Heke rojekê ez birîndar bûm, min nebe nexweşxaneyên dewletê !» Di vê çîrokê de, me piştî « em bala xwe bidinê ka »yê ; lêkera “gotibû”yê bi kar anî ku ev lêker li gorî “çîrokiya dema boriya têdeyî” hatiye kişandin.

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :