MORÎKA SOR

Rojeke havîna germ, çivîkan jî serên xwe ji helîna xwe dernedixistin, çend zarokan kolan bi kolan, qul bi qul, gav bi gav li kevirekî şayîk û qul digeriyan.

Heyama berê, lîstikeke zorakan bi navê morîk hebû. Ev lîstik di navbera du zarokan de, li ser kevirekî şayîk û qul dihat lîstin. Ji van zarokan her yekî morîkek datanî dûrî qulê û tiliya xwe dor bi dor lê dixistin. Ji zarokan kê herdu morîk bixistana qulê, ew bi ser diket.

Ev lîstik lîstika keçikan bû. Lê Mervên jî pir dixwest vê lîstikê bi keçikan re bilîze. Mixabin tu keçik pê re nedilîst. Mervan rojekê morîkeke sor di nav destê xwe de nîşanî keçikan kir. Ew morîka sor ewqas xweşik bû, hemû keçik li ber Mervanî digeriyan ji bo pê re bilîzin.

Wan kolan bi kolan ji xwe re li cihê lîstikê geriyan. Paşê cîhekî li ber siya darekê ji xwe re dîtin. Mervan û keçikekê morîkên xwe derxistin, dest bi lîstikê kirin. Çavê hemû keçikan li morîka sor bû. Dor hatibû Mervanî û tam wê kêliya ku wî herdu morîk têxista qulê û qezenc bikira, bavê wî hat û çavê wî bi Mervên ket, got: “Tu di nav wan keçikan de çi dikî?” û şeqameke qenç lê xist, rûyê wî bû wek morîka sor.

Bave wî li zarokên din vegeriya, destê xwe rakir, got: “ Herin mala xwe!”. Keçikên biçûk tirsiyan, her yek bi alîyekî ve reviya. Bi tenê wê keçika ku bi Mervan re li ser morîka sor dilîst, hedî hedî gavên xwe diavêtin. Piştî çûyîna bavê Mervên, keçikê xwe gîhand Mervanî, jê re got: “Tu dizanî Mervan, bavê min jî duh li min xist”. Mervên deng ji xwe dernexist. Ew heya ber deriyê hewşa mala Mervên bi hev re meşiyan, ji ber ku mala herduyan gelekî nêzîk bû. Keçik li wî zîvirî û got: “Eger tu bixwazî em dikarin sibê dîsa bilîzin. Mervanî bi dengekî hedî got: “Bi rastî?” Keçik keniya, mîna bêje “erê” serê xwe hejand. Mervanî bi kêfxweşî derî vekir, ket hewşê, morîka di kefa destê xwe de derxist, kir bêrîka xwe.

Mervanî wê şevê nizanîbû çawa têkeve xew û lê bibe sibeh ji bo ku ew û hevala xwe bi morîkan bilîzin. Mervan sibê zû çû ber deriyê hewşa mala hevala xwe, li benda wê sekinî. Piştî demekê, hevala wî derket, û bi hev re çûn bi morikan bilîzin. Nêzîkî mala wan, ji bo lîstika wan dereke xweş hebû. Keçikê di carekê de zora Mervên bir û morîka sor jê bir. Mervan gelekî xemgîn bû, nizanîbû çi bike. Keçîk bi ser ketibû lê ne kêfxweş bû, êdî nikaribû bi Mervanî re bilîze. Mervanî qet dengê xwe nekir ; ji cihê xwe rabû, ber bi rêya mala xwe meşîya.

Çavê keçîkê hîn li morîka sor bû. Bi lez çû malê, ji xwe re rêstikeke morîkan çêkîr, morîka sor xist nava morîkên din û rêstik kir sitûyê xwe. Çû nav zarokan, hevalên wê, morîka sor di stûyê wê de dîtin. Hemûyan gotin: “Ev morîka Mervên e”, keçikê got: “Vê sibehê min ev morîk ji wî bir, tew di carekê de!”.

Mervan, piştî du rojan dîsa li ber deriyê hevala xwe sekinî, gava keçik derket morîkeke sor a din nîşanî wê kir. Dîsa ji xwe re lîstin û vê neqlê Mervan bi ser ket. Vê carê morîkên herduyan jî çêbûbûn. Çend rojan bi hev re lîstin, keçikê Mervan bi xwe re dibir lîstikên din jî. Keçikên din jî ji Mervên hez kirin. Gava bavê Mervên ji dûr de didîtîn bang li hevdu dikirin û Mervan vedişartin.

Rojekê, leşkeran li gundê wan gelek teqandin kirin heya sibehê ; dû re jî, derketina derve qedexe kirin, loma zarokan demeke direj hevdu nedîtin. Paşê gotin, gundê wan wê were şewitandin. Du roj wext dan wan û gotin ji gundê xwe derkevin. Cara dawîn bû, zarokan hevdu dîtin. Mervan li ber deriyê hevala xwe sekinîbû. Gava hevala wî derket, ji bêrîka xwe rêstika morîkên sor derxist û da wê. Keçikê gava rahişt rêstikê, fahm kir ku tizbî ye. Mervan got: “Tizbiya pîrika min bû, qetiya û her libê wê bi derekê ve çûn, min ew berbihev anîn; lêbelê çend libên wê hîn jî wenda ne, pîrê li hêviya dîtina wan liban e. Lê îro em ê mala xwe bibin bajarê Edenê, zor e ku em wan liban bibînin, bila ev rêstik bi te re bin”. Hevala wî bi dengekî hedî got: “Em ê jî sibê herin bajarê Izmîrê”.

Piştî vê cihêbûnê gelek sal bihurîn. Hevala wî ya lîstikê li bajarê Izmîrê mezin bû, piştî ku malbata wê ji gundê xwe derketin, wê nema bi zorakan re dilîst. Zorakên Izmîrê lîstikeke wiha qet nizanîbû, ev lîstik bi wan ecep bû. Carinan morîka xwe ya sor derdixist û ji xwe re bi tenê dilîst li hundirê malê. Hema li dibistanê gelekî xurt bû û baş fêrî zimanê tirkî bû. Xwendina xwe ya bilind jî li Stenbolê li ser rojnamegariyê kir û bû rojnemavaneke gelek baş û navdar, karê xwe li wir dikir.

Li nêzîkî buroya rojnameya wê Cafe Şahmaran hebû. Rojnamevan gelek caran bi hev re diçûn wê cafeyê. Bi wê çûn-hatina rojnamevanan, xwediyê wê cafeyê jî ew pir baş nas dikirin. Li cafeyê gelek kitêbên kurmancî hebûn, mirov dikarîbû him bixwenda him jî bikirriya. Rûken, bi saya pirtûkan, gelek caran çûbû hatibû û bi wî awayî li wir Şivan nas kiribû. Hema Rûken ew bûbû demeke dirêj ku çûbû Kurdistanê, ji bo nûçeyan çêke. Gava vegerîya Stenbolê, berî saeta dest bi kar bike, Rûken diçû Şahmaran’ê, ji bo hinekî wext bi hevalê xwe yê Şivan re derbas bike. Rûken gava ket hundirê kafeyê, Şivanî lê bang kir, got: “Rûken lezzoya te hazir e”. Rûkenê got: “Gelekî spas heval Şivan” û rahişt pirtûka çîroka kurmancî, çû cihekî, li ber camê rûnişt. Şivan bi lezzoyê hat, got: “Keçê ez te nabînim, tu li ku yî Rûken”? Rûkenê got: “Min û qedeyîfa Amedê jî, me gelekî bêriya te kiriye” û pakêta qedeyîfê  ji çenteyê  xwe derxist danî ser maseyê, gelekî kêfa Şivên hat, çû du çetel anîn, bi hev re xwarin û ji xwe re têr keniyan. Çavê Rûkenê li xortekî ketibû li kafeyê. Ji Şivanî pirsî got: “Eger tu dixwazî, ew xortê fanerê wî sor jî dawetî xwarina qedayifê bike”. Şivanî got: “Ew heval Hêvî ye” û bang kir wî, got: “Hêvî were heval Rûken nas bike û qedayîfa Amedê bixwe”. Hêvî hat ser maseya wan bi wan re du çay vexwarin û têra xwe ji qedayîf xwar.  

Kêfa Hêvî û Rûkenê gelekî ji hev re hat. Herwiha hêjmarên telefonên xwe dan hevdu. Piştî çend rojan şûnda Hêvî ji Rûkenê re telefon kir, ew dawetî xwarinê kir. Rûkenê bi kêfxweşî qebûl kir. Şevekê gava bi hev re xwarin, vexarin; Hevî ji berîka  xwe sê morîkên sor derxistin da Rûkenê. Rûkenê xwe avêt stuyê wî, girîya. Ev Mervan bû! Mervanî got, “ev 20 sal in ez wan vedişêrim, bi hêviya ku rojekê ez wan bidim te û rêzika stûyê te temam bikim.”

Rûkenê pirsî çima ji te re dibêjin Hêvî? Mervanî got gava min dest bi xwendina bijîşkiyê kir, ez xêncî xwe bûm hevîya gelek kes, heval û hogiran; xwestin bi navê Hevî bang bikin û kêfa min jî gelekî ji navê hevîyê re tê.

Hevî sala şeşan ya bîjîşkiyê dixwend. Xulase, Rûken û Mervanî Piştî 20 salan hevdu dîtin. Hevaltiya wan dûr û kûr bû, êdî her roj li hevdu digeriyan. Xwarinên zaroktîya xwe ji hevdu re çêdikirin û qala kolan û kuçeyan dikirin. Bi tenê, qala bavên xwe û qala wan rojan nedikirin, yên ku leşkeran gundê wan şewidandibûn.

Heya serhildana Kobanê dest pê nekir, herduyan tiştên nedixwestin, qala wan nedikirin. Bi hev re diçûn konser, sînema û pêşandanên şanoyên kurdî, mîna ku nû hevdu naskiribin…

Rûkenê rojekê got : Hevî, ez dikim ji bo nûçeyên serhildana  Kobanê herim ser sînor. Hîn galgala Rûken`ê temam nebûbû, Hevî got :  “Rûken, min û çend hevalan, me jî biryar da ku em herin alîkarîya serhildanê bikin”. Rûken`ê dest bi girî kir. Hevî ew hembez kir û qot “Keçê di şûna ku li vir bibim textor, ez ê herim li wir heman karî bikim”. Paşê di nav girî de bi hev re kenîyan.

Şeva berî ku Rûken biçe ser sînorê, bi hev re çûn xwarin û vexwarinê. Rûkenê rêzika morîka sor kiribû stûyê xwe. Bi morîka sor zaroktîya wan li ber çavên wan bû. Mervanî got:  “Tu dizanî Rûken, kêvrûşka min a reş û spî li ser rêya bajarê Edenê mir. Çendekî piştî wê, Pîrê jî çû ber rihma Xwedê, min xwest ez dîya xwe xelas bikim, lewma min xwendina bîjîşktîyê xwest, lêbelê ew jî çend sal berê çû rihmetê.”.  Rûken bi dengekî hedî û xemgîn got: “serê te sax be.”

Rûkenê got: “Mervan, divê em herin serê xetê jî binê xetê jî, bibin hêvîya hemû zarokan. Tu dizanî  rojek mabû ku çêlikê min çêbûna, mirîşka me ya sor li ser kurkê bû. Eger wê rojê gundiyan li ber xwe bidana, îro wê gundê me jî heba û me yê çêlîkên çelîke xwe jî bidîtana. Wek helbestwan Arjen Arî dibêje: “wek noka li kevir bikeve, em belawela bûn.”  

Rûken, sibêtirê berî çûyîna ser sînor, çû ofîsa xwe ya rojnamê ji bo xatir ji hevalên xwe yên rojnamê bixwaze û lensa makîna xwe ya wêneyan biguherîne, dixwest li sînor wêneyan ji ser xetê jî bin xetê jî baş bikşîne. Li ser masa xwe baqek kulîlkên gulê sor û nameyek dîtin. Rahişt nameyê, li ser wê çend gotinan xwend yên di zaroktîya wê de, gava ku bi zarokan rê dilîstin.

Kêzê kêzê kêz xatunê

Tu bi kirasê pit-pitûnî

Tu bi şimaka req-reqûnî

Tu bi mêzera enderunî,

Tu ji ku ve têyî?

Tê bi ku ve diçî ?                                                                                                        

Fîdan Berfê Mîrhanoglu

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :