Silav li we hevalên delal,
Wekî xwendekarên Kurd ên Parisê, me kovara bi navê Kurd’Înalco‘yê di bihara 2019an de derxist, hejmara me ya duyem jî vê havîna ha derket.
Niha jî em dixwazin gava xwe ya ewil biavêjîn ji bo amedekariya hejmara sêyem, ku ew ê di bihara 2021an de derbiçe.
Lewre, em vê bengewaziyê li we dikin, da ku hûn jî bikarin nivîsên di derbarê mijarên li jêr de binivîsînin:
–Wêje û Ziman : Nivîsên di derheqê ziman û wêjeyê de, herwuha çîrok, berhevkarî û metelok dê di vê beşê de werin çap kirin.
–Çand û Huner : Em ê behsa çand, muzîk û hunera Kurdan bikin.
-Zanistên Civakî : Di vê beşê de em ê gotarên li ser dîrok, sosyolojî, erdnigarî, aborî û hwd çap bibin.
–Kurte-Nuçe : Di vê beşê de em ê, bi kurtasî, behsa wan bûyerên çandî bikin ku li Parîsê qewimîne.
-Teknolojî : Em ê behsa pêşketinên teknolojîk bikin.
–Karîkatur : Em ê karîkaturên pêkenokî têxin vê beşê.
Hûn dikarin li ser mijarên ku hûn pispor in, ji me re gotaran binivîsînin û bi rêya e-mailê bişînin. Heger ku hûn gotarekê binivîsînin divê ew li gorî qeydeyên akademîk bêne nivîsîn (Destpêk, nirxîn, encam û çavknanî ).
Dîroka dawî ya şandina nivîsan : 21/12/2020
E-maila me : kovarakurdinalco@gmail.com
Ligel silavên germ
Lijneya kovara Kurd’Înalcoyê