Kamûran Bedirxan

Kurd û Dîplomasî

Destpêk

Di 20ê Tîrmehê 2019an de, li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pirtûkeke di derbarê Mîr Kamûran Alî Bedirxan de hate pêşkêşkirin. Di heman demê de pirtûka nû ya li ser Nûredîn Zaza jî bi kurtasî hate pêşkêşkirin (danasîn ? Du cara pêskêskirin zêde dibe.). Kamûran Bedirxan û Nûredîn Zaza mezintirîn rewşenbîrên Kurd bûn ku xwedî li doza Kurd û Kurdistanê derketin di demeke hesas a dîroka gelê Kurd de.

Wekî ku mamosteyê zanîngeha Parîsê, Jean-Marie Pradier û serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan, anîn zimên ku Kurdan navê Kamûran Bedirxan bîhîstine lê kêm tişt li ser jîyana wî û hûrgilîyên xebatên wî dizanin û bi taybetî di warê dîplomasîyê de. Gelo kar û xebatên wî di vî warî de çi bûn?

Kamûran û Dîplomasî

Kamûran Alî Bedirxan (1895-1978) him wekînivîskar û helbestvan him jî wekî zimannas tê naskirin. Berhemên wî yên navdar bi navê Langue kurde [Zimanê kurdî], (Paris, 1953) û Rêzimana Zimanê Kurdî (Paris, 1971) ne. Wî di sala 1943an de, li Beyrûtê, rojnameya hefteyî Roja Nû damezirand.

Wî karên dîplomasîyê jî kiribûn, bi taybetî di salên 40î de li Sûriyê. Lewre, di sala 1947an de, dema ku kurdologê bi nav û deng Roger Lescot, peyam ji Kamûran re şand û ew vexwend Parîsê ji bo ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Rojhilatî (INALCO). Li ser vê vexwendinê,di sala 1948an de, Kamûran Bedirxan dev ji karê xwe yê li Bêyrûtê berdide û yekser berî xwe de Parîsaê paytexta Fransayê. Ew bi hêvî bû ku doza Kurdan li Parîsê bi rê ve bibe. Ya rastî, xebatên Kamûran Bedirxan di warê dîplomasîyê de gellek balkêş in.

Bi xêra xebatên ku doxtor Xalid Îsa di warê wergerê de kiribûn, min derfet dît ku ez hinek li ser vê mijarê agahdar bim. Doxtor Xalid Îsa gellek belgeyên di serdema Fransayê ya li Sûrîyeyê ji arşîva Fransayê peydakiribûn. Di sala 2008an de wî ew belge ji fransî wergerandin ser erebî. Min jî sûd wergirt ji konferansên ku me li Nûnertîya Rojavayê ya li Parîsê di 2017an de li dardixistin. Ew konferans li ser dîrokên RRojavayê Kurdistanê û Sûrîyeyê bûn. Di van komcivînan de belgeyên dîrokî dihatin analîzekirin. Yek ji wan belgeyan ji aliyê Kamûran Bedirxan bi xwe ve hatibû nivîsandin. Di wê dokumanê de em dikarin wî bi rola wî ya dîplomat bibînin. Wî peyamek ji desthilatdarîya Fransî re şandibû. Bedirxan di peyama xwe de, dewleta Fransîagahdar dikir li ser metirsiya komunîzmê.

Herwiha Kamûran Bedirxan bûyerên ku di sala 1941an de li Îranê diqewimîn bi vî awayî şîrove dike: ‘’ Sovîyêt gihîşt Kurdistana Îranê, ev yek tê wê wateyê ku sibê Sovyet dê bigîhêje Kurdistana Tirkiyeyê û herwiha dê nêzîkî Rojavayê Kurdistanê jî bibe […] ‘’ Kamûran Bedirxan dixwast ji vê rewşê sûd werbigre û ji bona doza Kurdan bi kar bîne.

Di sala 1941an de, wî weşanên bernameyên Kurdî yên radyoya Rohelatê li Beyrûtê bi rê ve dibir. Di sala 1943an de, li paytexta Libnanê, rojnameya Roja Nû damezirand. Roja Nû êdî bûbû yek ji alavên hişiyarkirina gelê Kurd û propogandaya li dijî Sovyetê dimeşand.

Tevî ku Kamûran gellekî jîr bû û desthilata Fransayê rêz ji wî re digirt, rewşa li Kurdistanê û ya Kurdan ne amade bûn ji bona avakirina tevgereke siyasî û leşkerî. Tu hêzên leşkerî li Kurdistanê li pişt Kamûran Bedirxan tunne bû. Berîya Kamûran, dîplomatê bi nav û deng, Ş erîf Paşa Baban (1865-1951), kar û xebatên dîplomasîyê di asta navneteweyî de dimeşand û karîbû li Sêvrê (1920) doza Kurdistanê biparêze, lê mixabin li Kurdistanê tu hêz li dû wî jî tunne bû. Serhildanên li Kurdistanê piştî avakirina komara Tirkiyeyê derketin holê wekî serhildana Şêx Seîd ya 1925an û ya li çiyayê Araratê (1927-1932).

Piştî Peymana Lozanê ya 1923an, komîteya Xoybûnê ya ku di sala 1926an de li Bêyrûtê hatibû damezirandin ku Kamûran û Celadet Bedirxan endamên wê bûn dîsa heman zehmetiyê dikişandin, ti hêzên sereke dû wan tune bûn û hêviyên ku wan kiribûn di Serhildana Agirîyê (1927-1932) de têkçûn.

Dema ku Kamûran Bedirxan li Parîsê bû , Ş oreşa Îlona 1960an li başurê Kurdistanê dest pê kir. Kamuran Bedirxan bi dilsozî bû nunerê şoreşa 1960 li Fransayê. Kamuran Bedirxan hewl dide ku şoreş li Fransayê were naskirin. Wî tikelî danîbû bi rojnamevanên sereke yên fransî wekî Le monde û Ajensa fransî a çapemenî ‘ADP’ da ku gotar werin nivisandin li ser şorşa îlonê. Wîdixwast bi rewşenbîrên Fransiyan re tekîlî dayne. Herwiha bi vî şeklî Kamuran Bedirxan û dîroknasê navdar Gerard Chaliand bûn heval. Wê demê bûyerên ku li Îraqê û li Kurdistanê diqewimiyan bala rewşenbîrên Fransî nedikşandin ji ber ku ya bala wan dikişand şerrê Vîetnamê bû. Rewşenbîrên fransî bi sloganên li dijî Empiryalîzmê pişgirtiya Vîetnamê dikirin. Bûyerên ku li Îraqê diqewimîn bala dewleta Fransayê zêde nedikşand ji ber ku Îraq ne di bin bandora Fransayê de bû, lê di bin ya Ingîlistanê de bû

Kamuran Bedirxan karê dîplomasî berdewam kir heta ku Peymana Cezayrê ya sala 1975an hate îmzekirin. Kamuran di sala 1978an de wefat kir bêyî ku bibine ku li Bakurê Kurdistanê tevgereke kurd dest bi operasyonên leşkerî kiriye li hemberî dewleta Tirkiyeyê, û wî nedit ku çawa Kurdan li başur di sala 1990an de bûn xwedî statuyek.

Kurd û Dîplomasî

Kamûran Bedirxan gellek sal li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê derbas kirin. Ew dixwast ku li Rojavayê Kurd bibin xwedî statuyeke siyasî. Lê hêviyên wî di tevgera ji bo xweseriyê li Cizira Rojavayê Kurdistanê di sala 1940an de têk çûn. Lê belê, îro ew xewnên wî ber bi rastiyê diçin. Rojava, di Şerrê navxweyî yê li Sûrîyeyê ku wekî Şerrê Dunyayê yê sêyem tê naskirin, Kurdan xeta sêyem avakirin û bûn yek ji aktorên sereke di vî şrrî de, û li seranserê Dunyayê pirsa Kurd hate naskirin û şervanên YPG û YPJ li bermerî hêzên çekdar ên îslamîst şerr kirin.. Di vê qonaxa ku em tê de derbas dibin, li Rojavayê Kurdistanê, karên dîplomasîyê bi rêk û pêk tên meşandin. Li Kobaniyê serkeftina herî mezin di warê dîplomasîyê de ya Kurdan bû ji ber ku bi vê serkeftinê êdî hevkariya berfireh bi hevpeymana navdewletî destê pêkir. Ez di vê baweriyê de me ku lêkolîner siberojê dê li ser vê yekê bisikinin.

Li Rojavayê artêşek bi qandî ya dewletekê heye û herêmek fireh bi qasî pênc caran axa Libnanê di bin rêveberiya Kurd û hevalbendên wan de ne. Kurd hatin wê astê ku êdi bi xwe peywendiyên dîplomasî bi hemû hêzên sereke (Amerîka, Rûsya û Fransa…) re datînin û êdî pirsa Kurd bû pirseke navdewletî û di dezgehên ewropî û encama ewlehîyê ya YN de tê giftûgokirin. Ev jî bi saya serkeftinên di warê dîplomasî û leşkerîyê de çêbû.

Erê, Kurd û dîplomatên Kurd li Lozanê (1923) wenda kirin ji ber nebûna hêzekê li ser erdê. Serhildana Şêx Seîdê Pîran dereng pêk hat ji ber ku êdî hêzên sereke bi Mestefa Kemal re peyman îmze kiribûn wekî peymana Enqereyê (1921) di navbera hikûmeta Enqere û Parîsê ê de.

Erê tevlî ku Xoybûnê hewldanên xwe dikirin bo piştgiriya Araratê (1927-1930) lê hêzekê wîsa xurt tunebû ku êrîşe hêzên kemalîst bike. Tenê Osman Sebrî bi hevkariya zarokên Ş ahîn Beg, serokê êşiya Beraziyan, li enîya Kobanê-Surucê di 1930an de hewl dan herin hawara Araratê, lê hewldanên wan têk çûn.

Erê tevlî ku Kamûran Bedirxan hewldanên dîplomasî kirin û nexşeya Kurdistanê amade kir jibona konferansa San Franciscoyê ya 1945, lê wî tu encam wernegirt.

Encamên erênî di warê dîplomasîyê de, li Rojava pêk tên, lê hîn pêşketinên xebatên berfireh di vî warî de pêwîst in ji bo ku statuya RRojavayê Kurdistanê were naskirin.

Pêwîst e ku karên dîplomasî û yên leşkerî bi hev re berdewam bibin da ku careke din dîrok nebêje Kurd di şerr de şervanên pirr jêhatî ne, lê di dîplomasîyê dîsa wenda kirin. Pêdivîyên Kurdan hene ku dîroka xwe ya dîplomasîyê bizanin û herwiha mirov dikare sûd werbegerin ji tecrubeyên dewlemend ya tevgera azadiya Kurdistanê û yên kesên wekî Kamûran Bedirxan û Şerîf Paşa û hwd…

Baker AlKurdo

Mastira Aborî / Clermont-Ferrand

Lîsansa Kurdî / INALCO

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Photo Google

Vous commentez à l’aide de votre compte Google. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :