Rojên Bi Koronayê

Jîyan, Vîrus, Guherîn

Ez 9 salî me, tiştên ku di dêsten min de hene: baxçêye malê, pêlîstokên min ku ji Ewropayê ji terefê malbata min de hatibûn şandin, hevalên min û malbata min. Bi van tiştan ku dîkteyê min hatibûn kirin, min ji xwe re formeke jîyanê ava kiribû. Di heman salê de, 7 astronotên amerîkayî di teqîna keştiya fezayî de jiyana xwe ji dest dabûn, Saddam Hussein hatibû girtin û di erdhêjekê de ya li Îranê 40 000 mirov jiyana xwe ji dest dabûn, lê ev bûyer ne di baxçêyê min de qewimîbûn.

Her wuha di 10 saliya xwe de ji ber gellek sedemên kurdbûyînê tevî malbata xwe ez hatim Fransayê. Li vir min ji xwe re baxçeyekî nû ava kir ku tê de dîsa mirov û cîh hebûn. Min gava dest bi zanîngeha Sorbonê kir, min nû nû ferq kir ku ew baxçe ne yê min e, ez yê wî baxçeyê me û min navê baxçeyê guherand û min kire «Dunya». Bi vî awayî, min dît bê gelo çawa mirov dikare dunyayê li xwe teng bike.

Hetanî ku tirs nekeve dilê mirovan, mirov qet lê napirse bê gelo ka sîs- tema dunyayê bi çi awayî dimeşe. Aniha, dunya bi tirsê bala xwe daye ser mijara Coronavirusê û ev mijar aniha di baxçe û dunyaya herkesî de ye. Gellek daxuyanî tên dayin ji aliyê dewlet û medyayan ve, ev daxuyanî bi giştî li ser girseyan in, her sibeha ku em radibin qolinc dikeve nava zikê me, agahiyên ku tên dayin, dibêjin di 24 seatan de 400 kes, 500 kes yan jî 600… kes jîyana xwe ji dest dane.

Ev 5 sal e ku ez di wargeheke xwendekaran de dijîm, şiklê wê eynî mîna motelên amerîkayê ye ku me di fîliman de dîdîtin. Ji ber ku wargeh e, her sal mirovên nû tên û hin jî diçin. Mudira yurdê ku ew jî tevî zilamê xwe û qîza xwe di nava yûrdê de dijî, her meh bi rêya mailan, telefonan û qûtiya posteyê heqê kirê dixwest û gefên wekî vana dikir: «Hûn heqê kirê nedin, em ê we ji malê bavêjin» û qedexeyên beleheq yên wekî koltix di male de qedexe ne û nizam mirov di malê de nikare şînkayiyan biçîne, ji ber ku qaşo rîska wî hebû ku ji boyî mudirê bêhneke pîs bide. Piraniya van tiştan ne ew biryar bûn ku wê bi xwe stendibûn, lê ew biryar bûn ku ji wê re hatibûn dîktekirin.

Her wuha gava ku Coronavîrus derket teref jî hatin guherîn, di demên peşî de xwendekaran bi rêya mailan û telefonan xwestin xwe bigihînin mudirê, ji ber ku pirsên wan hebûn. Hin xwendekaran dixwestin bipirsin bê ma wê hîn jî heqê kiriya xwe bidin di rewşeke wusa de yan na? Hinan dixwestin bizanibin bê gelo muslixa ku xirab bûye wê bikaribin te’mîr bikin di vê rewşêde yan na? Pirsa min jî ew bû ku bê gelo ez êdî dikarim şînkayiyê têxim malê, ji ber ku em di male de hepsî ne û em nikarin biçin ber bi şînkayiyê. Hefteyên pêşî, ew telefon bêdeng bûn û bersivên mailan nedihat dayin. Pişt re bi tenê mailek hat û ew jî digot ku yên ku biçin ba malbatên xwe, ew ê heqê kireyê nedin heta ku vegerin wargehê û ji wê rojê vir ve dîsa xwe kerr kirine û bersiva pirsên din nedane.

Îroj, bawer im, di dunê de, zarokekî ku 9 salî ye, ne mumkun e ku peyva coronayê nebihîstibe. Beriya vê mijarê, çend kes ji me peyva coronaye bihîstibû? Lê îroj peyva ku herî zêde tê bikaranîn ev e û ev guhertin di demekî pirr kurt de pêk hat. Ez berîya çend rojan çûm cem mala xwişka xwe ji bo çend erzaqan deynim, xwarziyê min î 3 salî ber bi min ve baz da ku were hembêza min, lê bavê wî bi dest wî ve girt û xwarziyê min ecêbmayî ma, got: «Ez dixwazim biçim hembêza wî». Min wuha lê nihêrî, di bin şalgerdana xwe de ez veşartîbûm ji xwe, tenê çavê min xuyanî dikir, min jê re çend henek kirin ji bo ku xwe ji bîr bike. Bi xwe paşî bi kurdiya xwe ya xweş ji min re got «ji ber ku corona heye?» û ez bi lez ji ber derî vegeriyam. Tirsa herî mezin di nava mirovî de bawer im ew e ku tiştek were serê mirovên ku mirov ji wan hezdike.

Beriya ku Corona derkeve, tiştên ku pirr ji rêzê hebûn, mîsal wexta hevalek yekî din bi min re dida nasîn, min destê wî/ê digirt, ez diçûm rûyê wan, yan jî min ew hembez dikirin. Wê rojê, ez çûm restoranta hevalê xwe, restoranta wî nêzî mala min e, gava ku daxuyanî hat dayîn ku êdî qedexeya hatûçûnê dest pê dike, wî jî restoranta xwe girtibû wekî gellek xwêdî karan. Lê dû re dîtin ku mumkun e ku xwarinên xwe bi rêya radestkirinê bigihînin malên xelkê. Di rojên normal de, 7 kes li restoranta wî dixebitîn. Gava ku piştî 14 rojan restoranta xwe vekir, bi têne hevalê min û biraye wî dixebitîn û karê wan zêde bû lê karkerên wan ditirsîyan ku werin bixebitin.

Di demên pêşî de, millet ditirsiyan ku ji malê xwe derkevin, dikan hatibûn talankirin, xelkê erzaqên xwe yên bi rojan kirrîbûn ji bo ku xwe bi destên xwe têxin hepsê. Lê ku wext derbas bû û hin tişt zelaltir bûn, gellek kes vegeriyan ser rastiya xwe ku çêkirina xwarinê di male de aciziyek e û herdem ji xwarina miqarne û birinc û hêkan xadiz bûne û dîsa berê xwe dane ber bi restorantên vekirî da ku karê ku ew dikarin bikin, hinên din bi berdêliya pereyan bikin.

Îcar em dikarin çend pirsan ji xwe bikin, gelo gava ez 9 salî bûm, çima min hay ji wan tiştan tune nebû ew tiştên ku ji dervayî baxçeyê min de diqewimîn û çawa îroj xwarziyê min î 3 salî hay ji virusekê heye ku li Çînê derketiye?

Gelo çima îro deng ji wê midûra me nayê ya ku her dem ji me heqê kirê dixwest û dinihêrî ka gelo qedexeyên ku hatine danîn baş pêk tên an na? Gelo karkerên hevalê min ên ku ji ber tirsa bêpere bimînin, ku tim bêgazinc dixebitîn, îroj çawa çêdibe ku tirsa wan a ewil bûye nexweşî?

Gelo ew hevalê min ê ku di rojên normal de 7 heb xebatkar dida xebitandin, îro ji ber kîjan tirsê bi tenê bi birayê xwe re dikare bixebite?

Mûsa ANTER

Lîsansa Kurdî li Zanîngeha inalcoyê

Votre commentaire

Entrez vos coordonnées ci-dessous ou cliquez sur une icône pour vous connecter:

Logo WordPress.com

Vous commentez à l’aide de votre compte WordPress.com. Déconnexion /  Changer )

Image Twitter

Vous commentez à l’aide de votre compte Twitter. Déconnexion /  Changer )

Photo Facebook

Vous commentez à l’aide de votre compte Facebook. Déconnexion /  Changer )

Connexion à %s

%d blogueurs aiment cette page :