Destpêk Di nav firehiya cîhanê de, ewqas êl, ol, eşîr, millet û netew hene, ewqas cûdahiyên din hene, çi di milê kultûrî be, çi ramyarî be û çi jî siyasî be. Vêca, li ser axa Rojhilata Navîn, ev cudahî zêdetir dibin û cudahî bi xwe re nakokiyan tînin. Di proje û fikrên xelk û partiyênLire la suite « NAVÊ WELATÊ TE ÇI YE ? »
Archives de l’auteur : kovarakurd
Mem û Zîn
Hevdîtina Mem û Zînê ya di zindanê de û mirina Memê Destpêk Li gorî lêkolîneran sala bûyina Ehmedê Xanî li gorî teqwîma Hîcrî sala 1061 e, û li gorî teqwîma mîladî jî sala 1651 e. Xanî, li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1706an de li Bazîdê çûye ser dilovaniya Xwedê. Tê gotin kuLire la suite « Mem û Zîn »
Kurd’Înalco
Yekem rojnameya kurdî, Kurdistan, sala 1898’an, li derveyî welêt hatibû çapkirin û mişextî ji bo rewşenbîrên kurd her bûbû cîhê sitarê. Piştî cuntaya leşkerî ya li Bakur û Anfala li Başûr, van çil salên dawîn, nifşekî penaberiyê yê daîmî êdî li derveyî welêt peyda bû. Lewre, yên ku pêşiyê hatin li vira bi cîh bûnLire la suite « Kurd’Înalco »
Em mêr in an jin in ?
Em mêr in an jin in? Ferqa van çi ye? Ji bilî zahirê fîzîkî, çi hene ku jin û mêran dixin nava du kategoriyên cuda û ciyawaz? Bi raya min, ev eşkere ye ku jin û mêr, li gorî rolên girêdayî bi zayenda wan, di navbera du kategoriyan da tên danîn. Ev rol, bêyî kuLire la suite « Em mêr in an jin in ? »
Egîdê Cimo, Mîrê bilûr û meyê
Mirov hene bi rihê xwe, mirov hene bi lingê xwe dikevin nava hunerê. Egîdê Cimo ku wekî mîrê bilûr û meyê tê naskirin, di 31ê Çileyê de, li Yêrêwanê çû ber rehma Xwedê. Ew di sala 1932an de li gundê Erdeşîrê (Ermenîstanê) çêbûye. Malbata wî di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, di sala 1918yanLire la suite « Egîdê Cimo, Mîrê bilûr û meyê »
Geza ji Hundir
Çavê xwe bi zorî vekir. Agir hêdî hêdî bi canê wî diket. Yan jî xwe bixwe wisa hîs dikir? Nizanibû, her tişt ketibû nav hev. Hişê wî bi geşedanên dawî tevlihev bûbû. Rabû ser piya, hêdîka perde da wî aliyî. Tîrêjên tavê diranên wî diqirçimandin . Di cîh de perde kişand. Hêj tarî neketibû erdê.Lire la suite « Geza ji Hundir »
Beşa Kurdî li Inalco’yê
Li Fransayê, xwendina lîsansê sê sal in. Li Inalco’yê ji bo ku mirov beşa kurdî biqedîne û bibe xwediyê dîplomeyê divê van sê salan bixwîne. Navê dîplomeya lîsansê “LLCER Kurde” e (Bi fransî : Langues Littératures et Civilisations Étrangères et Régionales), yanî Lîsansa Ziman û Şaristaniyên Biyanî û Heremî. Li zanîngeha Inalco’yê, hejmara xwendekaran derdoraLire la suite « Beşa Kurdî li Inalco’yê »
Pêşgotina Kovarê
Silavên germ li we xwendevanên ezîz! Em gellek kêfxweş in ku ev kovar gihiştiye ber destê we û em hêvî dikin ku hûn ê ji xwendina vê kovarê kêfxweş bibin. Ji ber ku ev kovareke nû ye û xelk nas nake; em ê pêşî rave bikin bê ka em kî ne û ev çi kovarLire la suite « Pêşgotina Kovarê »
Boçika Cinnê : Boçika Masiyê
Li gundekî mêr û jinek hebûne ; rojekê mêrik çûye cotê, jinikê jî xwarina mêrê xwe çêkiriye, aniye ser cotê. Berê trextor tunnebû, xelkê bi ga û hespan erdê xwe cot dikirin. Jinikê xwarina mêre xwe biriye, ava wî biriye ; destmêja xwe girtiye, nimêja xwe kiriye ; paşê feraqên xwe top kiriye û hatiye malê. Rotirê, jinikLire la suite « Boçika Cinnê : Boçika Masiyê »
Mafê jîyanê û mafê mirinê
Mafê jiyanê mafekî esasî ye û dewlet mesûliyeta vî mafî hildigirin. Lê wekî X. Bioy dibêje, gerek mirov nefikire ku heger mafê jiyanê hebe, hingê mafê mirinê jî heye. Ne wezîfeya dewletê ye ku mirinê hêsan bike, yan jî alîkariya xelkê bike da ku xwe bikujin. Li Frensayê, heya sala 1981ê, îdam cezayê herî mezinLire la suite « Mafê jîyanê û mafê mirinê »