Em xwendekarên Kurd ên li Fransayê ne, beşek ji hevalên me, xwendekarên kurdî yên zanîngeha Inalcoyê, komeleya Kurd’Înalcoyê ava kirin di dawiya sala 2018an de û projeya weşana kovareke kurdî dan pêşiya xwe û kovara Kurd’Înalcoyê çêbû. INALCO Enstituya Ziman û Çandên Rojhilatî ye ku tê de perwedehiya zêdetirî 100 zimanan tê dayin, lîsansa kurdî jî yek ji wan zimanan e. Beşa kurdî di sala 1948an de hat vekirin bi saya Kurdologê navdar Roger Lescot. Bi dû re Kamûran Bedirxan li vê zaningehê bû mamoste û piştre mamosteyên din wekî Joyce Blau, Abdulrahman Qasimlo, Michael Chayet, Christine Allison, Helkewt Hakem û Xusro Abdullahî. Îro jî mamosteyên wekî Dr. Dr. Amr Tahr Ahmed li Inalcoyê dersên kurdî dide…
Me dest bi vî karî kir da ku xwe bigîhînin xwendekarên zanîngehên cuda yên li Parîsê. Hejmara yekem a kovara me, di bihara 2019an de hate çap kirin. Piştî ku salek buhirî, me biryar da ku em kovara xwe bi rêya înternetê jî pêşkeşî xwendevanan bikin. Kesên ku di kovarê de nivîsîne, bi taybetî xwendekarên kurd yên li Parîsê ne, ji ber ku yek ji armancên me yên sereke ew bû ku ciwanên kurd yên li dîasporayê bikarin xwe li ser warên xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Lewre jî di kovara Kurd’înalcoyê de, hûn ê nivîsên di her warî de bibînin. Çi ziman, wêje û huner, çi dîrok, felsefe û civaknasî, çi matematîk, teknolojî. Kovara me kovereke kurdî ye, lewma cîh dide nivîsên di hemî zaraveyên kurdî de.
Lijneya Kovarê ji 7 kesan pêk tê :

Sîbel Er
Redaksiyon
Mastira Wergera Wêjeyê – Kurdî (Inalco)

Nebiyê Dûro
Redaksiyon
Mastira Kurdî – Înalco

Reşat Çelik
Edîtor
Lîsansa Kurdî – Înalco

Baker Alkurdo
Edîtor
Lîsansa Kurdî (Înalco) – Mastira Aborî

Alî Sari
Endamê Lijneyê
Doktora li EHESS

Mustafa Çelebî
Endamê Lijneyê
Mastira Bajarvanîyê li Zanîngeha Toulouse’yê

Mûsa Anter
Endamê Lijneyê
Lîsansa Kurdî – Înalco